Nêçîrvan Barzanî: Me bi Erdogan re behsa bizavên xurtkirina hevahengiyan kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, “Di çarçoveya hevdîtina min a bi Serokkomarê Tirkiyeyê re, me behsa bizavên xurtkirina hevahengiya me û pêşxistina aştî, tenahî û jiyanê li deverê kir.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Pêncşem, 9ê Cotmeha 2025ê) li Enqereya paytexta Tirkiyeyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê her îro li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsiye: "Ev civîna me di demeke pir guncayî de bû, ku me li ser pirsgirêkên deverê û herwesa têkiliyên stratejîk di navbera Iraq, Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de nîqaş kirin."

Nêçîrvan Barzanî herwesa nivîsiye: "Di mijareke din a wê civînê de, me behsa bizavên xurtkirina hevahengiya me û pêşxistina aştî, tenahî û jiyanê li deverê kir."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serê sibeha îro (Pêncşem, 9ê Cotmeha 2025ê) bi serdaneke fermî gihîşt Enqereya paytexta Tirkiyeyê.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe de bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan re civiya.

 
Fly Erbil Advertisment