Wezareta Navxwe: Tu tewereke Peymana Şingalê nehatiye bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku, pênc sal di ser îmzekirina Peymana Şingalê re derbas bûne û tu tewerên îdarî û ewlehiyê ji bo avakirinê nehatine bicihanîn.
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 9ê Cotmeha 2025ê) di daxuyaniyekê de ji ber derbazbûna pênc salan di ser Peymana Şingalê re ragihand: “Ew peyman nexşerêyek e ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, ji bo dabînkirina tenahiyê û vegerandina baweriyê ji bo awareyan, da ku bi azadî û serbilindî vegerin welatê bav û kalên xwe, lewma bicihanîna wê bûye pareke lihevkirina siyasî ya aliyên pêkîner ên hikûmeta niha û bernameya karê wezaretê ya hikûmeta federal.”
Wezareta Navxwe di wê daxuyaniyekê de amaje jî daye: “Hikûmetên Hewlêr û Bexdayê bizav kiriye ku tewerên wê peymanê bi cih bînin lê hin hêz û kesatiyên derveyî dezgehên fermî, ku xwe li jor qanûn, peyman û dezgehên dewletê dibînin, astengiyên sereke yên bicihanîna wê peymanê ne. Ev jî bûye sedema berdewamiya nexweşiyên awareyan û bêhêvîtî û koçberiya hejmareke mezin ji wan bo derveyî welatî.”
Her di wê daxuyaniyê de hatiye ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve amade ye ku erkê xwe bi cih bîne, da ku vegera xûşk û birayên Êzidî û welatiyên din ên resen ji bo warê wan hêsan bike.
Wezareta Navxwe herwesa gotiye: “Em ji ber êş û azarên berdewam ên awareyan nîgeran in û wan kesên ku bi eşkereyî rêyê li ber bicihanîna Peymana Şingalê digirin bi domandina rewşa awarte ya li deverê tawanbar dikin.”