Wezareta Derve ya Amerîkayê du komên çekdar ên Iraqî ceza dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku, ew dê di çarçoveya siyaseta gelek tund a li ser Îranê de du komên çekdar ên Iraqê jî ceza bikin.
Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott di daxuyaniyekê de got ku, Amerîka di siyaseta gelek tund a li ser Îranê de Hêza Qudsê ya girêdayî Pasdaran kiriye armanc ji ber ku piştgiriya komên nêzîkî xwe li deverê kiriye.
Tommy Pigott herwesa got, "Em dê du komên Iraqê jî bikin armanc, ew jî Ketaîb Hizbulahê û Esaîb Ehil Heq in, ji ber ku wan serweriya Iraqê lawaz kiriye û zirar daye aboriya wê, herwesa ew berpirsiyarên êrîşên li ser berjewendiyên Amerîkayê li Rojhilata Navîn in."
Ev biryara Wezareta Derve ya Amerîkayê di demekê e ye ku, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê duhî (Pêncşem, 9ê Cotmeha 2025ê) di ragihandinekê de eşkere kir ku, şeş kesatî û du dezgehên Iraqê ji ber alîkarîkirina Îranê di qaçaxçîtiya çekan de li ser lîsta cezayan hatine zêdekirin. Yek ji wan dezgehan jî Şîrketa Muhendisê ye.
Wezareta navbirî amaje jî daye ku, Îran pişta xwe bi komên çekdar ên Iraqê germ dike. Ew komên çekdar jî berpirsiyarên kuştina gelek leşkerên Amerîkayî û êrîşên li ser berjewendiyên Amerîkayê û hevpeymanên wê li Rojhilata Navîn in.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê tekez jî kir ku, Amerîka dê li ser cezakirina komên terorîst berdewam be û dê tor û çavkaniyên wan ên darayî pûç bike.