Dilşad Şehab: Serkirdetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê hertim piştgiriya pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê kiriye

Dilşad Şehab
Dilşad Şehab

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku, Serkirdetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê hertim piştgirî û alîkariya pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê kiriye. Tekez jî kir ku, Tirkiye cîraneka girîng e û têkiliyên me yên dîplomatîk, siyasî û aborî hene.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro (Şemî, 6ê Berçileya 2025ê) di çarçoveya Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk de li Stenbolê ji Kurdistan24ê re ragihand ku, serkirdetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê di salên borî de her tim piştgirî û alîkariya pêşveçûna pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê kiriye.

Dilşad Şehab li ser girîngiya wê qedexeyê got: "Aştî rêyeka bizehmet û dirêj e. Mirovên aza biryara aştiyê didin, ji ber vê yekê em destxsweşiyê li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê girtî Abdullah Ocalan dikin, ku biryarên wan wêrekane bûn û hêjayî destpêkirina qonaxeka nû ne."

Navbirî tekez jî kir ku, Herêma Kurdistanê amade ye ku ji bo biserxistina wê pêvajoyê her alîkariyekê bike. Amaje jî da: “Tirkiye cîraneka me ya girîng e. Têkiliyên me yên dîplomatîk, siyasî û aborî û heta tevlîheviya me ya civakî jî hene. Pareka neteweya me du bira ne, yek li Tirkiyeyê û yê din li Iraq û Herêma Kurdistanê dijî.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê ron jî kir: "Aştî, aramî û ewlehiya Tirkiyeyê bandorê li ser Iraqê bi rengekê giştî û Herêma Kurdistanê bi rengekê taybetî dike, ji ber vê yekê jî ev pêvajo ji bo me girîng e û em dê wekî her car piştgir bimînin."

 
Fly Erbil Advertisment