Hikûmeta Îsraîlê peymana agirbestê pejirand

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Îsraîlê lihevkirina agirbestê li Xezzeyê li gorî plana Serokê Amerîkayê Donald Trump pejirand.
Nivîsîngeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro (10ê Cotmeha 2025ê) ragihand ku, Hikûmeta Îsraîlê biryara agirbestê pejirandiye ku azadkirina hemî rehîneyan jî vedigire.
Li gorî malpera CNNê, Jared Kushner ê zavayê Donald Trump û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Steve Witkoff tevlî civîna Hikûmeta Îsraîlê bûn, da ku li ser lihevkirina ku Trump li roja Çarşemê ragihandibû û ji aliyê Hikûmeta Îsraîlê û Hemasê jî ve hatibû qebûlkirin nîqaş bikin.
Li gorî plana Trump, 250 Filistîniyên ku cezayê zindanîkirina heta hetayê li wan hatiye birîn û 1700 welatiyên Xezzeyê jî ku piştî êrîşên 7ê Cotmehê hatine girtin dê bên berdan.
Li gorî Kanala 13ê ya Îsraîlê, artêşa Îsraîlê îro saet 12:00 ê nîvroyê bicihanîna wê agirbestê radigihîne.
Herwesa kanala Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku, ji niha û pê ve destûr dê bê dayîn ku her rojê 600 barhilgirên alîkariyan biçin Xezzeyê.