Putin: Em li demeke nêzîk çekeke nû ya atomî rabigihînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Rûsyayê eşkere kir, “Em dê di demeke nêzîk de çekeke nû ya atomî rabigihînin.” Herwesa got, “Rûsya di warê şiyana çekên atomî de ji hemî welatên din pêşdetir e.” Amaje jî da, “Ger plana Serokê Amerîkayê ji bo aştiyê li Rojhilata Navîn bi cih bê, dê bibe bûyereke dîrokî.”
Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin îro (În, 10ê Cotmeha 2025ê) eşkere kir ku, welatê wî mijûlî pêşxistina çekên nû yên atomî ye, ev tê vê wateyê ku ji bo Rûsyayê ne girîng e ku Amerîka nexwaze peymana kontrolkirina çekên atomî dirêj bike.” Herwesa got, "Rûsya ji her welatekî din bêtir şiyana çekên atomî heye."
Putin herwesa got, "Trump bizavê dike ku pirsgirêkan çareser bike û ji bo bicihanîna aştiyê bixebite. Ger plana wî ya ji bo aştiyê li Rojhilata Navîn bê bicihanîn, dê bibe bûyereke dîrokî."
Navbirî li ser Xelata Aştiyê ya Nobelê jî got, "Hin caran komîteya Xelata Nobelê xelata xwe daye kesên ku ji bo aştiyê tiştek nekirine.” Herwesa got, "Nirxa wê xelatê gelek kêm bûye."
Serokê Rûsyayê amaje jî da, "Gefên Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy yên ku bi mûşekên Tomahok êrîşî Kremlinê bike ‘xweberçavkirin’ e.”
Vladimir Putin li roja 8ê Cotmeha 2025ê, plana pîşesaziya leşkerî ya welatê xwe eşkere kiribû û got, “Dezgehên pîşesaziya leşkerî ya Rûsyayê çekên pêşkeftî pêş dixin, çekên nû û bibandor çê dikin û bi lez wan dixin xizmeta artêşê, herwesa mûşek û çekên nû çê dikin, bizavên xwe ji bo zêdekirina yedegên leşkerî yên çek û cebilxaneyan zêde kirine.
Navbirî herwesa ragihand ku, wan plan kiriye ku çekên nû û pêşkeftî di zûtirîn dem de ji artêşa Rûsyayê re bi cih bikin.