Buldan: Ocalan daxwaz kiriye ku komîsyon demildest serdana Îmraliyê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Endama Şanda Îmraliyê Pervîn Buldan ragihand, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxwaz kiriye ku komîsyona parlamentoyê demildest serdana Îmraliyê bike, da ku lezê bide pêvajoya çareseriyê.
Endama Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan derbarê hevdîtina dawî ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, diyar kir ku Ocalan bi kelecaneke mezin li benda serdana komîsyona ku li parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin e û wiha got: "Ocalan daxwaz kir ku komîsyon demildest serdana Îmraliyê bike, ji ber ku ew dixwaze rîtma pêvajoya aştî û çareseriyê bilind bibe."
Bûldan da zanîn, ew li bendê ne di nava hefteyekê yan du hefteyan de, şandeyek ku ji pênc kesan pêk bê, serdana Îmraliyê bike û bi Ocalan re bicive.
Li gorî Buldan, Ocalan karê komîsyonê wek "gelek hêja" bi nav kiriye û gotiye ku ew ji nêz ve xebatên wê dişopîne. Pervîn Bûldan her wiha gotegotên ku dibêjin "pêvajo rawestiyaye an jî bidawî bûye" red kir û tekez kir: "Pêvajo berdewam e. Çiqas zehmet be û astengî hebin jî, pêvajo didome."
Pêştir jî, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari roja 7'ê Cotmehê piştgirî dabû daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî gotibû: "Bahçelî îro got, 'komîsyon dikare biçe Îmraliyê û li ser navê civaka Tirkiyeyê çi pirsan dixwazin bila jê bikin û ji raya giştî re parve bikin'. Em tevlî vê nêrînê dibin."
Hatîmogullari tekez kiribû, ev pêngav ji bo pêşeroja pêvajoyê gelek girîng e û wiha pê de çû: "Divê komîsyon tekez biçe Îmraliyê û wek danûstandkar li gel birêz Abdullah Ocalan bicive. Ev yek ji bo derbasbûna qonaxeke nû gelek girîng e."