Baregeha Barzanî ronî dike: Parka Helebceyê erkê hikûmetê ye, ne diyariyeke kesayetî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeha Barzanî derbarê nûçeyên ku dibêjin, li ser erkê Serok Barzanî parkek ji bo Helebceyê tê avakirin de, daxuyaniyek da û ragihand, tiştê ku Serok Barzanî kiriye, weke her car, tenê raspardina hikûmetê û aliyên pêwendîdar bûye ku ti carî fedekarî û qurbaniyên Helebceyê ji bîr nekin.

Di daxuyaniyekê de ku îro 11ê Cotmehê ji aliyê Baregeha Barzanî ve hat weşandin, bersiv ji bo wan nûçe û agahiyên di medyayê de hat dayîn ku digotin li ser erkê Serok Barzanî parkek weke diyarî ji bo welatiyên Helebceyê tê avakirin.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku xizmetkirina bajarê Helebceyê û hemû deverên Kurdistanê berpirsiyariya hikûmetê û saziyên pêwendîdar e, ne projeyeke kesayetî ye.

Baregeha Barzanî diyar kir, rola Serok Barzanî di vê mijarê de, weke her carê, ew bûye ku hikûmet û aliyên pêwendîdar raspartine da ku bi awayekî herî baş xizmeta hemû Kurdistanê û bi taybetî jî Helebceyê bikin û ti carî qurbaniyên gelê Helebceyê ji bîr nekin.

Daxuyaniya Baregeha Barzanî:

Bi navê Xwedayê Mihrîban û Dilovan

Ev çend roj in di hejmarek dezgehên medyayê û ragihandinê de wiha tê belavkirin ku li ser erkê cenabê Serok Barzanî parkek weke diyarî ji bo welatiyên bajarê Helebceyê tê çêkirin û rêkarên pêwîst ji bo avakirina parkê hatine girtin.

Li vir em ji bo xelkê xweşdivî yê Kurdistanê û Helebceyê radigihînin ku ev berpirsiyariya hikûmetê û aliyên pêwendîdar e ku xizmeta xelkê xweşdivî yê bajarê Helebceyê û her cihekî Kurdistanê bikin. Tiştê ku Serok Barzanî kiriye, weke her car, tenê ew bûye ku hikûmet û aliyên pêwendîdar raspartine da ku ti carî qurbanîdana Helebceyê ji bîr nekin û divê her alî bi awayekî herî baş xizmeta tevahiya Kurdistanê û bi taybetî jî Helebceyê bikin.

 
Fly Erbil Advertisment