Sedat Yurttaş: Heta Pirsa Kurd çareser nebe Tirkiye bipêş nakeve
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Navenda Lêkolînên Civakî li Zanîngeha Dîcleyê, Sedat Yurttaş, rexne li Komîsyona Çareseriyê ya li parlamentoya Tirkiyeyê girt û da zanîn, komîsyonê bikaranîna zimanê Kurdî qebûl nekir. Yurttaş teqez kir, heta Pirsa Kurd bi riyên aştiyane û demokratîk çareser nebe, ne aborî û ne jî demokrasiya Tirkiyeyê dikare pêş bikeve û mînaka pêşketina Herêma Kurdistanê weke mînak nîşan da.
Cîgirê Serokê Navenda Lêkolînên Civakî li Zanîngeha Dîcleyê Sedat Yurttaş di beşdariya bultena nûçeyan a K24ê de, proseya aştiyê û rola komîsyona parlamentoyê nirxand.
"Komîsyonê Bikaranîna Zimanê Kurdî Qebûl Nekir"
Yurttaş bal kişand ser geşedanên mezin ên ku diqewimin û berawirdiyeke dîrokî kir: "Dema em meclisa sala 1991'an û meclisa îro didin ber hev, wê çaxê ev pirs nedihate axaftin. Wê demê Leyla Zana ji ber hevokeke bi Kurdî ji meclisê hat derxistin. Mixabin, piştî 34 salan jî, komîsyonê nekarî tehamulî zimanê Kurdî bike. Ji ber vê yekê, di hin waran de ti pêşketin çênebûye."
Yurttaş da zanîn, wan wek pêşniyar ji komîsyonê re gotibû ku divê bi wêrekî û zelalî tevbigere, lê mixabin ev yek pêk nehat.
"Aboriya Tirkiyeyê ji ber Çaresernekirina Pirsa Kurd Xerab e"
Sedat Yurttaş têkiliya di navbera Pirsa Kurd û krîza aborî ya Tirkiyeyê de destnîşan kir û got: "Bi rastî aboriya Tirkiyeyê gelekî xerab e. Bi milyonan malnişîn nikarin debara xwe ya rojane bikin. Sedema vê ew e ku dewlet bi salan e meseleya Kurdî tenê bi riya ewlehiyê çareser dike û hemû budçeya xwe di vî warî de xerc dike. Heta ku ev pirsgirêk bi riya aştî, demokrasî û mafan çareser nebe, aborî jî baş nabe."
"Pêşketina Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê Ders e"
Yurttaş ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê weke mînakeke berbiçav anî ziman û wiha axivî: "Di sala 2017'an de di dema referandumê de ez hatim Kurdistanê. Bi rastî ez gelek şaşwaz bûm ku ewqas pêşketinên baş û delal çêbûne; ji aliyê avahî, rê, sazîbûn, hişmendî, ziman, perwerde û jiyana rojane ve her tişt guheriye. Mirov dibîne ku aştî û azadî civakekê çawa bi nirx diguherîne. Divê Tirkiye jî ji van ezmûnên cîhanê û yên Herêma Kurdistanê dersan derxe."
Di dawiyê de, Yurttaş got ku Tirkiye niha li werçerxeke dîrokî ye û heta ku pirsgirêkên xwe yên bingehîn, bi taybetî Pirsa Kurd, çareser neke, nikare bipêş bikeve.