Lûtkeya Şerm Şêxê bi tevlîbûna 25 serkirdeyan tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Sky Newsê ya Nûçeyan li dû çavkaniyên haydar ragihand ku, biryar e sibe (Duşem, 13ê Cotmeha 2025ê) Lûtkeya Aştiyê ya Şerm Şêxê bê lidarxistin û 25 serkirde, serok û nûnerên rêxistinên navneteweyî û herêmî tevlî wê bibin. Ew lêtke dê ji aliyê Misir û Amerîkayê ve bê birêvebirin.

Li gorî çavkaniyan, Serokê Misirê Ebdilfetah Sîsî û Serokê Amerîkayê Donald Trump dê bi hev re serokatiya wê lûtkeyê bikin û dê dîdareke dualî jî bikin.

Çavkaniyan amadebûna çend serkirdeyên navdar ji welatên Ereb, Îslamî, Ewropayî û Asyayî tekez kir, wekî Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Şahê Behreynê Hemed bin Îsa Al Xelîfe, Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez û Serokwezîrê Pakistanê Şêhbaz Şerîf.

Herwesa amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku, Serokê Komara Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî di nav wan kesatiyan de ye, yên ku bi awayekî fermî ji bo vê lûtkeyê hatine vexwendin.

Şandên tevlîbûyî ji îro Yekşemê ve digihîjin Şerm Şêxê.

 
Fly Erbil Advertisment