Mesrûr Barzanî: Mamostayên olî rolekê girîng di parastina mafên gelê Kurdistanê de lîstiye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 12ê Cotmeha 2025ê) kevirê bingehîn ê Peymangeha Ezherê li Hewlêrê dana û gotarek pêşkêş kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma danana kevirê bingehîn ê Peymangeha Ezherê de ragihand: “Berî her tiştî, ez pîrozbahiyê li xwendekarên derçûyî dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim. Ez hêvî dikim ku ew bibin mînakên mamostayên olî yên rewişt bilind, ku li astê erkê pîroz ê pêşnivêjkirin û gotarxwandinê yên mizgeftên me bin.”
Mesrûr Barzanî herwesa got: “Mamostayên olî di tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd de, herwesa di pêşxistina ziman, edebiyat û çanda Kurdî de jî rolek girîng lîstiye. Gelek serkirde, rêber, helbestvan û nivîskarên Kurd jî kesayetên olî, zana û melayên Îslamê bûn.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir: “Wan rolekê diyar û berçav di parastina mafên rewa yên gelê Kurdistanê û dozên neteweyî û pêşxistina hizira nermatiyê û pêkvejiyana aştiyane ya olî li Kurdistanê de û rûbirûbûna tunrêtiyê jî lîstiye.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rêz û hurmetên xwe ji bo mamostayên olî diyar kirin û daxwaza serkeftinê ji bo wan di erkê wan ê pîroz de ji bo hişyarkirina civakê û berdewamkirina çanda pêkvejiyanêa aştiyane ya di navbera civakên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê de û pêşxistina peyama lêborînê û hezkirinê di nav civakê de kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa hêvî kir: “Em hêvîdar in ku ev peymangeh bibe paldereke din ji bo zêdetir perwerdekirina zanayên olî bi canê nermatiyê, ku Zanîngeha Ezherê ya Şerîf li cîhana Îslamî pê navdar e.” Herwesa spasiya Zanîngeha Ezherê jî kir, ji bo alîkarî û hevahengîkirina wê bi Wezareta Ewqafê re û piştevanîkirina vê peymangehê.
Mesrûr Barzanî amaje da dîrokê jî û got: “Têkiliyeke dîrokî di navbera Misir, Ezher û Kurdistanê de heye. Wekî ku hûn dizanin, di dema serweriya serkirdeyên Kurd Selahedînê Eyûbî de, hejmareke mezin ji Kurdan bar kir Misirê û li wê derê binecih bûn û gelek kesatiyên navdar û zana û helbestvan û nivîser û mêrên mezin û navdar jê derkeftin.”
Herwesa got: “Rojnameya yekê ya Kurdî jî bi navê Kurdistan berî 127 salan li Qahîreyê derket. Herwesa Selahedîn Eyûbî di pêşxistin û berfirehkirina Zanîngeha Ezherê de jî rolekê berçav lîst, ku paşê bi sedan xwendekarên Kurd ji wê zanîngeha derçûn û heta cihekê taybet ji bo xwendekarên Kurd li Zanîngeha Ezherê bi navê (Riwaq el-Ekrad) hebû.”
Hêvî jî kir: “Ji ber vê yekê, em hêvî dikin ku xwendekarên Kurd li Zanîngeha Ezherê wekî her car bibin mînaka xwendekarên jîr û rewişt bilind û ji derfeta ku ji wan re hatiye dayîn ku li vê zanîngehê bixwînin, bi çêtirîn awa feydeyî werbigirin.”