Piştîwan Sadiq spasiya piştgiriya Mesrûr Barzanî bo pêkvejiyanê li Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq di merasîma vekirina dêra Ûm Nûrê de ragihand: “Vekirina vê dêrê nirxên pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê berçav dike.”
Piştîwan Sadiq herwesa got: "Ev dêr ne tenê avahiyekê olî ye, belkî peyameka hezkirin û aştiyê ye û şahida rastîn a pêkvejiyana xelkê Kurdistanê bi hemî civakên wê ve ye; herwesa berçavkirina wê siyasetê ye ya ku hemî pêkhateyan di civaka Kurdistanê de diparêze.”
Navbirî amaje jî da: “Ev dêr sembola hevgirtinê ye û nîşan e ku Kurdistan mala hemiyan e û rêzê li hemiyan digire. Em spasiya hemî kesên ku di bicihanîna vê projeya bêhempa de alîkar bûn dikin, ku dê wekî nîşaneka ronahiyê ji bo dîroka pêkvejiyanê bimîne.”
Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir, ji ber piştgiriya wî ya berdewam ji bo pêvajoya pêkvejiyanê li Kurdistanê.
Piştîwan Sadiq di dawiya gotara xwe de jî got: “Ez dixwazim spasiya Metran Dawid bikim, ji ber helwestên wî yên xweşik li beranberî Herêma Kurdistanê. Di hemî civîn û hevpeyvînên xwe yên li derveyî welêt de, ew tekezê li ser rastiya aştî û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê dike.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 12ê Cotmeha 2025ê) Dêra Ûm Nûrê li bajarkê Enkaweyê vekir.
Dêra Ûm Nûrê li ser rûberê şeş hezar metran û bi çar milyar û 290 milyon dînaran li Enkaweyê hatiye çêkirin û cihê hezar kesan tê ve dike.
Bajarkê Enkaweyê yekane bajarkê Herêma Kurdistanê ye ku tu komelgeh û gundên wê tune ne û li navenda bajarê Hewlêrê ye.
Enkawe bi biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê li sala 2014ê bûye bajark. Piraniya şêniyên wî bajarkî Kildanî û Asûrî ne, ku piraniya wan girêdayî Dêra Katolîk a Kildanî ne.