Hakan Fîdan: Ewlehiya Tirkiye û Sûriyeyê ji hev nayê cudakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyeke payebilind a Tirkiyeyê ku ji Wezîrên Derve û Berevaniyê û Serokê Saziya Îstixbaratê (MÎT) pêk dihat, li Enqereyê bi hevtayên xwe yên Sûriyeyî re civiya. Piştî civînê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, naveroka hevdîtinan eşkere kir.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro 12ê Cotmehê li hejmara xwe ya tora civakî "X" daxuyaniyek belav kir û tê de got: "Ji dema ku gelê Sûriyeyê azadiya xwe bidest xistiye, wan di hemû waran de û di her astê de pêwendiyên berfireh bi Sûriyeyê re parastine."
Fîdan da zanîn, ew bi aliyê Sûriyeyê re li hev kirine da ku hevkariyê ji bo parastin û pêşxistina destkeftiyên Sûriyeyê hîn xurtir bikin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê destnîşan kiR, danûstandinên îro yên li Enqereyê derfetek çêkiriye ji bo çareserkirina hemû aliyan û tekezî li ser yekparçeyiya axa Sûriyeyê kir.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Hakan Fîdan got: "Em ewlehiya Sûriyeyê ji ewlehiya Tirkiyeyê cuda nabînin û em ê berdewam bin li ser pêşkêşkirina her cûre piştevaniya pêwîst ji bo Sûriyeyê."