Iraq ji Tirkiyeyê daxwaza zêdekirina ava Dîcle û Feratê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Ewn Ziyab ragihand, welatê wî bi awayekî fermî ji Tirkiyeyê xwestiye ku berdana ava çemên Dîcle û Feratê zêde bike. Ziyab da zanîn, Iraq di sala xwe ya herî dijwar a avê re derbas dibe, ku ji salên 1930î ve heta niha wekî wê nehatiye dîtin.
Di daxuyaniyekê de, Ewn Ziyab eşkere kir ku Iraqê daxwaz kiriye ku Tirkiye ji bo mehên Cotmeh û Mijdarê, berdana avê ji bo çemê Dîcle bigihîne 500 sêcar/çirke û ji bo çemê Feratê jî bigihîne 500 sêcar/çirke. Wezîrê Iraqî tekez kir, Iraq ji bo 50 rojên pêş me pêdivî bi zêdekirina avê heye da ku rewşa çavkaniyên xwe baştir bike.
Ziyab her wiha amaje bi serdana şandeyeke payebilind a Iraqê bo Enqereyê kir, ku di bin serokatiya Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve Fuad Husên de bû. Di şandeyê de Wezîrê Çavkaniyên Avê, Serokê Desteya Şêwirmendan û pisporên ji wezaretên têkildar, ligel pisporên ji Herêma Kurdistanê jî amade bûn, da ku li ser birêvebirina çavkaniyên avê gotûbêj bikin.
Li gor Ziyab, "şandeya Iraqê rewşa dijwar a avê li Iraqê bi awayekî berfireh ji aliyê Tirkî re şîrove kir û destnîşan kir ku ev sal, ji sala 1933an ve heta niha, sala herî dijwar û ziwa ye ku di dîroka Iraqê de hatiye tomarkirin."
Bersiva Tirkiyeyê
Wezîrê Iraqî da zanîn, aliyê Tirkî amadebûna xwe ji bo alîkariya Iraqê nîşan daye, tevî ku hişkesalî li tevahiya herêmê û li Tirkiyeyê bi xwe jî heye, lê Iraq weke welatê dawî yê ku çem tê re derbas dibin, zêdetir zirarê dibîne.
Her wiha hat eşkerekirin ku herdu alî li ser pêşnivîsa "rêkeftineke çarçoveyî" ya derbarê avê de li hev kirine. Tê payîn ku ev rêkeftin li Bexdayê were îmzekirin û bi rêya wê projeyên mezin ên avdanê û çêkirina bendavan bi beşdariya kompanyayên mezin ên Tirkî werin cîbicîkirin.
Li gor şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê yê Karûbarên Avê Torhan Muftî, %80ê ava ku digihîje Iraqê ji çavkaniyên derve, bi taybetî ji Tirkiyeyê, tê.