Zana Mela Xalid: PDK garantiya parastina Kurdistanê ye

Zana Mela Xalid
Zana Mela Xalid

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Liqa duyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) amaje da: “Her dema ku PDK bihêz be, Herêma Kurdistanê jî bihêz dibe û em xwe wekî xwediyê doza gelê Kurd dibînin.”

Berpirsê Liqa Duyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Zana Mela Xalid duhî (Yekşem, 12ê Cotmeha 2025ê) ji Kurdistan24 re got: “Zîhniyeta desthilatdariya niha ya Iraqê navendî ye, ne federalî. Ev hilbijartin ji bo tevahiya gelê Kurd û hemî partiyên siyasî girîng in.”

Zana Mela Xalid herwesa got: “Her dema ku PDK bihêz be, doza Kurdan jî bihêz dibe. Di demên borî de jî her partiyeka bizav kiribe ku doza rewa ya gelê Kurd ji holê rake, tîrek avêtiye PDKê ji ber ku em xwediyê vê dozê ne."

Navbirî amaje jî da: “Mesrûr Barzanî nûnertiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di desthilatdariya Herêma Kurdistanê de kir û dîtin û siyasetên wê partiyê bi cih anîn, lewma jî berhem û karên PDKê di desthilatdariyê de hind gelek in ku me dem nîne behsa aliyên din bikin. Di eynî demê de jî, me biryar daye ku bi awayekî aştiyane kampanyayê bikin.”

Berpirsê Liqa Duyê ya PDKê ron jî kir: “Welatiyên Herêma Kurdistanê dixwazin di destekî bisilametî û parastî de bin, bê guman ew destê bisilametî û parastî PDK ye. Dîrok şahid e û biryarê dide ku PDK di rêza pêşiyê ya qurbanîdana Kurdistanê de ye.”

Zana Mela Xalid herwesa ragihand: “Yekane partiya ku xweragir maye û ji berpirsiyariyê nareve PDK ye. Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) naxwaze Herêma Kurdistanê bihêz be.”

 
 
Fly Erbil Advertisment