Li Besrayê xwenîşandanên li dijî xirabiya avê berdewam in

Navenda Nûçeyan (K24) - Welatiyên Besrayê ev çend roj in ji ber rêjeya zêde ya xwêya avê hêrs in, ew ji bo xwenîşandanê derketine derve û cadeyên sereke girtine.

Ji bo roja sêyê li dû yek xwenîşandan li deverên Temîmiye, Heyaniye û EŞarê yên parêzgeha Besrayê berdewam dikin û gelek cadeyên sereke girtine. Ev jî wekî nerazîbûnek li dijî krîza avê ya ku her ku diçe xirabtir dibe ye.

Ela Temîmî, ku yek ji xwenîşanderan e, got: “Em dîsa derketin, wekî rojên borî, ji ber zêdehiya rêjeya xwêya avê û şkestina aliyên peywendîdar di dîtina çareseriyên radîkal de. Em êdî hedarê li ser vê rewşê nakêşin, welatî ji ber kêmiya ava guncayî ji bo vexwarin û bikaranîna rojane aloz in.”

Hêzeke ewlehiyê bi rêya bikaranîna timbêlên zirxî xwenîşander ji hev belav kirin.

Xwenîşanderan ragihand ku, li dijî xirabtirbûna krîza avê, ku ev çend roj in li taxên wê deverê pirsgirêk çê kirine, ew dê xwenîşandanên xwe bidomînin.

Şêniyên wê deverê bang li hikûmeta xwecihî dikin ku, bi lez rêkarên pêdivî bi cih bîne da ku kalitiya avê baştir bike û piştrast bike ku ew ji bo bikaranîna rojane biker tê. Wan herwesa tekez jî kir ku, xwenîşandanên wan dê berdewam bin, heta ku daxwazên wan tên bicihanîn.

Ev di demekê de ye ku, Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya projeyeka pêşkeftî mijara avê li parêzgeha Hewlêrê ji bod ema 30 salên bê çareser kiriye û biryar daye ku projeyeka wesa ji bo parêzgeha Silêmaniyê jî bi cih bîne.

 
Fly Erbil Advertisment