Zalmay Xelîlzad: Kurdistan nimûneya zindî ya pêkvejiyan û lêborîna rastîn e

Navenda Nûçeyan (K24) - Dîplomatkarekî berê yê Amerîkayê ragihand ku, Herêma Kurdistanê û serokatiya wê di warê xurtkirina têkiliyên erênî yên di navbera olan de xwedî dîrokeka geş û serbilind in.
Dîplomatkarê berê yê Amerîkayê Zalmay Xelîlzad îro (Duşem, 13ê Cotmeha 2025ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek di derheqa Herêma Kurdistanê de parve kir.
Zalmay Xelîlzad nivîsiye: “Herêma Kurdistanê û serokatiya wê di warê xurtkirina têkiliyên erênî yên di navbera olan de xwedî dîrokeka geş û serbilind in. Ji bo wan, pêkvejiyan ne tenê drûşmekê nû an mijareka nav konferansan e.”
Navbirî amaje jî da: “Di dema bi dehan salên borî de, wan bi kiryar diyar kiriye ku olên cuda rizgar kirine, parastine û berevanî jê kiriye, her çend ev helwest di gelek rewşan de xeternak û dijwar jî bûbe.”
Dîplomatkarê berê yê Amerîkayê tekez jî kir: "Yek ji mînakên herî zindî ew e ku di demekê dijwar de, ew neçar bûn ku destpêka sala nû ya xwendinê paş bixin, tenê ji bo ku polên xwendinê ji bo malbatên Xiristiyan ên ku ji ber zilm û tundûtûjiyê revîbûn bibin penagehek."
Zalmay Xelîlzad herwesa ragihand: “Niha, gelek kes bi hêsanî peyva "lêborînê" bi kar tînin, lê ez bi hevalên xwe yên Kurd serbilind im ku bi kiryar nîşanî tevahiya cîhanê da ka manaya vê peyvê bi rastî çi ye.”