Bi amadebûna Mesrûr Barzanî ahenga kapanyaya PDKê li Dihokê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, ahenga kampanyaya lîsta 275ê ya PDKê ji bo Encûmena Nûnerên Iraqê li Dihokê tê lidarxistin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro (Duşem, 13ê Cotmeha 2025ê) ahengekê ji bo piştgirîkirin û biserxistina lîsta xwe ya hejmar 275 ji bo gera şeşê ya hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê li dar dixe.

Kampanyaya fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) duhî (Yekşem, 12ê Cotmeha 2025ê) li Hola Seid Ebdilayê ji bo hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê bi amadebûna Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Serok Barzanî û herdu cîgirên wî hat destpêkirin.

Di ahenga destpêkirina kapanyaya lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo Encûmena Nûnerên Iraqê de, ji bilî kandîdên PDKê, endamên Serkirdetî û Mekteba Siyasî ya PDKê jî tevlî wê karnavala girseyî ji bo piştgiriya lîsta xwe ya hejmar 275 li bûn.

 

 
 
Fly Erbil Advertisment