Mesrûr Barzanî: Kandîdên PDKê bi baştirîn awa berevaniyê ji mafên xelkê Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, ahenga kampanyaya lîsta 275ê ya PDKê ji bo Encûmena Nûnerên Iraqê li Dihokê tê lidarxistin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro (Duşem, 13ê Cotmeha 2025ê) ahengekê ji bo piştgirîkirin û biserxistina lîsta xwe ya hejmar 275 ji bo gera şeşê ya hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê li dar dixe.

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî di nav ahenga piştgirîkirin û biserxistina lîsta hejmar 275 ya PDKê de got: “Ez gelek dilxweş im ku piştî saleke ji hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ez dîsa bi we şa dibim.”

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) herwesa got: “Ez hêvîdar im ku wekî her car lîsta 275ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serkeftineka mezin tomar bike.

Herwesa ragihand: “Bi piştevaniya Xudê bi piştevaniya Pêşmerge û kadroyên rastgo yên PDKê û rêbaza Barzanî, em piştrast in ku em dê vê carê jî bi serbikevin, lê divê em mezintirîn serkeftin li ser asta Iraqê tomar bikin.”

Tekez jî kir: “Hemî hilbijartin girîng in, lê vê carê em hilbijartinan ji bo wê yekê dikin ku nûnerên rastîn ên xelkê Kurdistanê bişînin Bexdayê, da ku li wê derê berevaniyê ji Mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê bikin.”

Amaje jî da: “Ew kandîdên ku hatine hilbijartin xûşk û biraêyn we ne. Ez li wê bawerê me ku ew dê bi baştirîn awa berevaniyê ji Mafên xelkê Kurdistanê bikin. Ez hêvîdar im serkeftî bin.”

Herwesa got: “Aliyên din bizavê dikin ku li şûna PDKê biçin Bexdayê û postên girîng ên hikûmetê an Encûmena nûneran werbigirin. Me jî gelek dît ku heke PDKê li cihekî nebe û hin aliyên din biçin wî cihî û nûnerîtoiya xelkî bikin, hingê Mafên xelkê Kurdistanê hatine binpêkirina.”

Tekez jî kir: “Ji ber vê yekê jî, gelek girîng e ku nûnerên xelkê Kurdistanê ên ku kandîdên PDKê ne bi ser bikevin, lewma girînge hûn bi awayekî çeleng tevlî hilbiartinan bibin.”

 

 
 
 
 

 

Fly Erbil Advertisment