Mesrûr Barzanî razîbûn li ser xerckirina 112 milyar dînaran ji bo projeya ava Koyê da

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgeha Hewlêrê ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo çareseriyeke bingehîn û demdirêj a pirsgirêka kêmaviyê li qezaya Koyê, razîbûn daye ser terxankirina 112 milyar dînaran ji bo cîbicîkirina projeyeke stratejîk a avê.

Parêzgeha Hewlêrê îro 13ê Cotmehê di daxuyaniyekê de eşkere kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî razîbûn daye ser xerc kirina 112 milyar û 147 milyon û 52 hezar û 585 dînaran bi awayê neqdî û qonax bi qonax, ji bo cîbicîkirina projeya stratejîk a rakêşana xeta duyemîn a ava vexwarinê ji bo qezaya Koyê.

Li gorî daxuyaniya Parêzgeha Hewlêrê, piştî temambûna rêya dusayd a Hewlêr-Koyê, tê payîn ku navenda qezaya Koyê zêdetir berfireh bibe û xeta avê ya ku niha li qezayê heye, têra hemû niştecihên wê nake. Ji ber ku qeza niha bi pirsgirêka kêmbûna ava vexwarinê re rûbirû ye, biryar li ser cîbicîkirina vê projeyê hatiye dayîn, ku dê bibe yek ji projeyên herî mezin û stratejîk ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li sinorê parêzgeha Hewlêrê tê cîbicîkirin.

Parêzgeha Hewlêrê da zanîn jî, bi temambûna projeyê û rakêşana avê ji Zêyê Biçûk, dê navenda qezaya Koyê û nahiyeyên ser bi qezayê ve jê sûdmend bibin.

Hat ragihandin ku piştî razîbûna Serokwezîr a li ser terxankirina budceya projeyê, dê di demeke nêzîk de kar li ser qonaxên destpêkirina projeyê were kirin û ew ê bikeve warê cîbicîkirinê. 

Proje dê ji aliyê kompanyayeke navxweyî ve, bi dîzayneke serdemî ya Ewropî, teknolojiya herî nû û bi karkerên xwecihî were pêkanîn.

 
Fly Erbil Advertisment