Awareyên Şingalê: Hêviya me ya ji bo qerebûkirinê tenê PDK ye
Zaxo (K24) – Piştî 11 salan ji jiyana di kampan de, awareyên Kurdên Êzidî yên Şingalê hêviya xwe bi hikûmeta Iraqê qut kirine û çavên xwe berdidin hilbijartinên parlamentoya Iraqê. Ew dibêjin, Bexdayê di warê qerebûkirin û vegerandina wan de, ti pêngav neavêtine û bawer dikin ku tenê partiyeke bihêz weke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikare li Bexdayê bibe dengê wan û mafên wan misoger bike.
Awareyên Şingalê, ku piştî êrîşa hovane ya DAIŞê di sala 2014an de ji cih û warên xwe bûne, behsa rewşa xwe ya dijwar a jiyanê di kampan de dikin. Yek ji awareyan bi xemgînî dibêje: "Ne tezmînat heye, ne tiştek din, ne jî alîkarî. Em ji Bexdayê dixwazin ku herêmên me ava bike."
Gelek ji wan destnîşan dikin ku heta xizmetguzariyên bingehîn ên weke kehrebe, av, nexweşxane û dibistan li Şingalê neyên dabînkirin, vegera wan ne mimkun e. Awareyekî din dibêje: "Eger pîrek nexweş bikeve, divê em wê bibin Mûsilê yan Duhokê. Ti xizmetguzarî li wir nînin."
Aware rexneyên tund li hikûmeta navendî ya Iraqê digirin û dibêjin ku erkê xwe yê li hember wan bi cih neaniye. Li gorî berpirsekî, Hikûmeta Iraqê di sala 2025an de heta niha tenê du caran selikên xwarinê pêşkêşî awareyan kirine.
Li hember vê yekê, aware spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin û dibêjin ku di van salên dijwar de ew hembêz kirine û xizmeta wan kirine. Xelîl Mîrza, yek ji awareyan, dibêje: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê di heqê me de ti kêmasî nekiriye. Kurdistan welatê pêkvejiyanê ye û bêyî cudahiya ol û neteweyan em hatine hewandın."
Berbijêrê PDKê yê ji bo parlamentoya Iraqê li ser bazneya Nînewayê, Ehmed Xelef, tekez dike ku çareseriya pirsgirêkên awareyan li Bexdayê ye. Ew dibêje: "Divê em vî şerî ji bo mafê van awareyan li Bexdayê, li parlamentoya Iraqê bikin. Divê em qerebûya wan werbigirin û xizmetguzariyan bigihînin herêmên wan. Eger xizmetguzarî û qerebû hebin, dê hemû xelk vegerin ser warên xwe."
Awareyên Şingalê bi giştî di wê baweriyê de ne ku ji bo neçarkirina Bexdayê ku guh bide daxwazên wan, pêwîstiya wan bi nûnerekî bihêz li parlamentoyê heye û ew vê hêzê di lîsteya PDKê de dibînin.