Mesrûr Barzanî ji derçûyên Zanîngeha Dihokê re: Hûn hêviya paşerojê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 13ê Cotmehê, beşdarî merasîma derçûna xula 30emîn a Zanîngeha Dihokê bû. Di gotara xwe de, Serokwezîr Barzanî pîrozbahî li xwendekarên derçûyî kir û tekez kir ku serkeftina wan berpirsiyariyeke mezin datîne ser milên wan û ew hêvî û paşeroja Kurdistanê ne.

Mesrûr Barzanî di destpêka axaftina xwe de kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Ez gelekî dilxweş im ku di vê roja xweş de li gel we me. Pîrozbahiyê li hemû xwendekarên xweşdivî dikim."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ser qonaxa nû ya jiyana derçûyan û got: "Ev serkeftina we, berpirsiyariyeke mezin datîne ser milên we. Piştî vê hûn vedigerin nav civakê. Divê hûn di xwendina zêdetir de berdewam bin. Hinek ji we dê bibin kesên bibandor di siyaseta welatê xwe û avakirina welatê xwe de."

Herwiha got jî: "Em şanaziyê bi we dikin û çavên me li we ne. Hûn hêvî û omîda paşerojê ne. Sibe hûn ê bibin ew serkirdeyên ku em hemû li bendê ne welat bikeve destê we û hûn roj bi roj ber bi pêş ve bibin."

Serokwezîr Barzanî bi taybetî spasiya mamosteyan kir û got: "Divê em spasiyeke mezin ji bo mamosteyên birêz bikin ku tevî zehmetiyên jiyanê û hemû astengî û pirsgirêkên ku ji bo wan hatin çêkirin, di proseya xwendinê de berdewam bûn û nehiştin xwendekar ji xwendina xwe bêpar bimînin. Hûn cihê şanazî û rêza me ne. Hûn di xwendina xwe de berdewam bin, em ê jî di xizmeta we de berdewam bin. Em hêvîdar in rojekê ked û zehmeta we qerebû bikin."

Serokê Hikûmetê her wiha spasiya dê û bavên xwendekaran kir ku tevî zehmetiyên jiyanê, nehiştin zarokên wan bêpar bimînin û hemû piştgirî dan wan da ku paşeroja xwe misoger bikin û got: "Bi misogerkerina paşeroja wan, paşeroja Kurdistanê tê avakirin."

Serokwezîr Barzanî spasiya Pêşmerge û hêzên ewlehiyê kir jî ku bi berdewamî Herêma Kurdistanê diparêzin, da ku ev zanîngeh û zanîngehên din karibin nifşên nû perwerde bikin û got ku "ked û xebata Pêşmerge û hêzên ewlehiyê cihê rêz û pêzanînê ye."

 

 
Fly Erbil Advertisment