HSD û Rêveberiya Xweser li Şamê civiyan: Peymana 10’ê Adarê hate gotûbêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyên ewlehî û leşkerî yên ji Rêveberiya Xweser li Şamê bi rayedarên hikûmeta veguhêz re civiyan û di hevdîtinan de, girîngiya pêkanîna bendên Peymana 10’ê Adarê hate gotûbêjkirin.
Şandeya leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro 13ê Cotmehê bi Wezîrê Berevaniyê yê hikûmeta veguhêz Murhef Ebû Qesra re civiya. Şandeya HSDê ji Fermandarên Giştî Sozdar Hacî û Sîpan Hemo, Berdevkê HSDê Ebcer Dawûd û fermandar Şakir Ereb pêk hat.
Di heman demê de, şandeya ewlehiyê ya ku ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dilêr Hisên Temo, Elî Xidir El Hesen, Mistefa Mehmûd Delî, Aho Êlyo Lehdo û cîgira hevserokên Desteya Hundirîn Arîn Mistefa pêk dihat, bi Wezîrê Navxwe Enes Xetab re civiya.
Atmosfera Erênî û Tekezî li ser Peymanê
Li gorî agahiyên ku ji aliyê medyaya Rêveberiya Xweser ve hatine belavkirin, di herdu civînan de girîngiya pêkanîna bendên Peymana 10ê Adarê hatiye nîqaşkirin. Her wiha hatiye destnîşankirin ku hevdîtin di atmosfereke erênî û avaker de derbas bûne.