Tevî hişkesaliyê, cotkarên birincê li Deşta Navkorê dilxweş in

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî çar mehên xebat û çaverêkirinê, cotkarên Deşta Navkorê ya Herêma Kurdistanê dest bi çinîn û komkirina berhemên xwe yên birincê kirin. Tevî kêmbûna avê û hişkesaliyê, berhemê îsal li gorî salên borî baştir e û tê çaverêkirin ku berhema giştî bigihîje ser 20 hezar tonî.

Li Deşta Navkorê, ku qezayên Akrê, Berdereş û Şêxan li xwe digire, demsala çinîna birincê dest pê kir. Cotkar piştî ked û xebateke çar mehan, niha bi deraseyan ketine nav zeviyên xwe û dest bi komkirina berhemê xwe kirine.

Proseya çinînê dê bi qasî du hefteyan bidome. Îsal li deverê li ser rûberê nêzîkî 17 hezar donim erdî birinc hatiye çandin. Cotkar diyar dikin ku berhemê îsal ji salên borî gelek baştir e û ew li bendê ne ku zêdetirî 20 hezar ton birinc berhev bikin.

Cotkar: "Berhem Îsal Gelek Baş e"

Cotkarên deverê kêfxweşiya xwe bi berhemê îsal tînin ziman û hêvî dikin ku li bazarê bi bihayekî baş bê firotin.

Sebahî Mehemed ku yek ji cotkarên deverê ye, dibêje: "Birincê me gelek baş e. Li gor baranê, li gor avê û li gor lênêrînê, elhemdulîlah, berhem gelek baş e. Em hêvîdar in ku îsal li bazarê jî bihayê wê baş be."

Herwiha cotkarekî din, Mehemed Reşîd, jî diyar dike ku ew ji kalîteya birincê razî ne û got: "Îsal berhem baş bû. Em niha diçinin. Îsal berhem gelek baş bû."

Corên Birincê û Bihayê wan li Bazarê

Li Deşta Navkorê bi giştî pênc corên birincê yên navdar tên çandin ku ew jî ev in: Şeşmehî, Tehaluf, Kesnedîtî, Bûndar û Misrî. Di nav van de, birincê "Şeşmehî" weke corê herî baş tê zanîn.

Cotkar Sadiq Ebdulla dide zanîn ku birincê Akrê li bazarên Herêma Kurdistanê û Iraqê xwedî nirxekî bilind e û got: "Birincê Akrê li gor corê xwe, bihayê wî ji 3 hezar heta 7 hezar (dînarî) diçe. Îsal kalîteya wê gelek baş e. Ew ji bo parêzgehên din ên Iraqê, ber bi başûr ve jî tê şandin."

Li bazarê, bihayê her kîloyek birincê li gor corê wê di navbera 3 heta 6 hezar dînarên Iraqî de tê firotin. Cotkar niha bi lez û bez berhemê xwe kom dikin da ku di zûtirîn dem de bigihînin bazaran û keda xwe ya salekê bistînin.

 
 
Fly Erbil Advertisment