Mesrûr Barzanî û Balyozê Fransayê: Peymana petrolê divê bibe derfetek ji bo çareserkirina pirsgirêkan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Balyozê Fransayê yê li Iraqê di hevdîtinekê de hêvî xwastin ku peymana sêalî ya ji nû ve hinardekirina petrolê rê li ber çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de veke.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14ê Cotmehîê pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê Patrick Durel kir.
Di hevdîtinê de, ku Konsolê Giştî yê Fransayê yê li Herêma Kurdistanê Yann Braem jî amade bû, rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hatin gotûbêjkirin.
Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî tekez kir ku "Em dixwazin li ser bingeha rêzgirtina li mafên destûrî, qewareya federalî ya Herêma Kurdistanê û dabînkirina para Herêmê di budceya giştî ya Iraqê de, baştirîn peywendiyên me ligel Hikûmeta Federal hebin."
Herwiha Mesrûr Barzanî got: "Em hêvîdar in ku peymana dawî ya ji nû ve hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, rê li ber çareserkirina kêşeyên di navbera her du aliyan de xweş bike."
Ji aliyê xwe ve, Balyozê Fransayê destxweşî li Serokê Hikûmetê kir ji ber projeyên çaksaziyê û pesnê girîngîpêdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi projeyên taybet ên jîngehparêziyê da.
Balyoz Durel herwiha behsa serdana çaverêkirî ya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bo Iraq û Herêma Kurdistanê di meha Berçileya îsal de kir.
Di beşeke din a hevdîtinê de, hewl û gotûbêjên ji bo avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêmê û proseya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê hatin nirxandin.