Li Îtalyayê teqîn: 3 polîs hatin kuştin û 16 kes bûn birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Castel d'Azzano yê li bakurê Îtalyayê, di encama teqîneke mezin de, sê polîs hatin kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn. Bûyer di dema hewldana valakirina malekê de qewimî û hat ragihandin ku sê xwediyên malê yên ku gefa teqandinê xwaribûn, hatine desteserkirin.
Li gorî daxuyaniyên Wezareta Berevanî û Rewşa Lezgîn a Îtalyayê, îro 14'ê Cotmehê, li bajarokê Castel d'Azzano yê ser bi Veronayê, di encama teqînekê de sê efserên polîs hatin kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî ajansa nûçeyan a Îtalyayê, bûyer bi destê sê xwişk û birayên di salên şêstî de, ku di karê çandinî û xwedîkirina ajalan de dixebitîn, pêk hatiye. Ji ber pirsgirêkên darayî û deynên komkirî, biryara valakirina mala wan hatibû dayîn. Beriya bûyerê jî wan gef li polîsan xwaribû ku dê malê biteqînin.
Berpirsê parêzgeha Veronayê Claudio Papanio ji ajansê re got: "Dema ku em ketin hundirê malê ji ber ku biryara valakirinê hebû, em rastî kiryareke xerab hatin. Butlên gazê hatin şewitandin, piştre teqiyan û sê polîs hatin kuştin."
Ji aliyê din ve, Serokê Herêma Venetoyê Luca Zaia li ser tora civakî ya Facebookê piştrast kir, her du bira, ku yek ji wan piştî teqînê reviya bû, ligel xwişka xwe hatine girtin.
Desteya Alîkariya Lezgîn li ser platforma 'X' piştrast kir, sê polîsên ku jiyana xwe ji dest dane, ji bin kavilan hatine derxistin. Herwiha 12 polîs û jinekê birîndar bûne û 7 karmendên hawarçûnê jî ji bo kontrola bijîşkî rakirine nexweşxaneyê.
Meloni: "Bûyereke Diltezîn e"
Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni derbarê bûyerê de sersaxî xwest û got: "Ez ji ber vê bûyera xemgîn gelek bi êş im. Ev yek mêrxasî û fedakariya kesên ku xizmeta Îtalya û welatiyên wê dikin, tîne bîra me."