Fransa piştevaniya xwe ji bo Pêşmerge û Herêma Kurdistanê tekez dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 14ê Cotmehê pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê Patrick Durel kir. 

Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yann Braem jî amade bû, Balyozê Fransayê spasiya Serok Barzanî kir ji ber beşdarbûna wî di merasîma vekirina "Kolana Pêşmerge" de li Parîsê û ev pêngav weke gaveke erênî ji bo kûrkirina peywendiyan bi nav kir. Durel vekirina kolanê weke "hêmayeke rêz û pêzanîna gelê Fransayê ji bo qurbanîdan û rola berçav a Hêza Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê û parastina asayîşa herêmê de" binav kir. Herwiha piştevaniya welatê xwe ji bo Hêza Pêşmerge û Herêma Kurdistanê tekez kir.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasiya gel, hikûmet û Şaredariya Parîsê kir ji bo "biryara dîrokî" ya vekirina kolanê li navenda Parîsê û ew weke "sembolek ji bo têkoşîn û qurbanîdana Pêşmerge di oxira azadiyê de" bi nav kir.

Derbarê proseya siyasî û hilbijartinên dahatû yên Encûmena Nûneran a Iraqê de, Serok Barzanî ragihand: "Tevî ku gelek kêmasî di yasaya hilbijartinan a Iraqê de hene û gelek rexneyên me li ser hene, em ê beşdarî hilbijartinan bibin."

Serok Barzanî teqkez kir ku divê piştî hilbijartinan hemû aliyên siyasî bi hevre ji bo derxistina yasayeke nû ya ku wekhevî û dadperweriyê misoger bike bixebitin. Herwiha amaje bi wê kir ku yasaya heyî ya sala 2010'an e û wê demê soz hatibû dayîn ku Madeya 140'ê ya destûrê bê cîbicîkirin, lê belê ew soz nehatine bi cih anîn.

Pêşhat û guhertinên siyasî yên li herêmê, rewşa Sûriyê û pêngavên proseya aştiyê ya li Tirkiyeyê, mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.

 
 
Fly Erbil Advertisment