Komîsyona Aştiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê îro dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê îro 15emîn civîna xwe li dar dixe û dê guh bide nûnerên rêxistinên ciwan û jinan. Ev civîn di demekê de tê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi kelecanî li benda serdana komîsyonê ya bo Îmraliyê ye.

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, ku di çarçoveya proseya aştiyê de hatiye avakirin, dê îro 15ê Cotmehê di 14:00an de 15emîn civîna xwe pêk bîne.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê, komîsyon di beşa yekemîn a civînê de dê nûnerên rêxistinên ciwanan û di beşa duyemîn de jî nûnerên rêxistinên jinan ên karsaz, pîşeyî û mafparêz qebûl bike û guhdariya nêrînên wan bike.

Ev civîn di demekê de pêk tê ku çav li egera serdaneke komîsyonê ya bo Îmraliyê ne. Endama Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan di daxuyaniyeke xwe ya berê de ragihandibû, Abdullah Ocalan bi kelecaneke mezin li benda serdana komîsyonê ye.

Buldan diyar kiribû ku Ocalan xwestiye ku komîsyon demildest serdana wî bike da ku "rîtma pêvajoya aştî û çareseriyê bilind bibe." Herwiha li gorî agahiyên ku Buldan parve kirin, Ocalan karê komîsyonê weke "gelek hêja" bi nav dike û xebatên wê ji nêz ve dişopîne. Şanda Îmraliyê li bendê ye ku di nava hefteyek an du hefteyan de heyeteke ji pênc kesan pêk tê, serdana Îmraliyê bike.

Pervîn Buldan gotegotên derbarê rawestandina pêvajoyê de jî red kiribû û tekez kiribû ku tevî hemû zehmetiyan jî pêvajo berdewam e.

Li aliyekî din, Weqfa Malbatên Serbazên Tirkiyeyê ji ber diruşmên ku di civîna fraksiyona DEM Partiyê de ji bo Abdullah Ocalan hatibûn avêtin, serî li dozgeriyê da û gilî tomar kir. Nûnerê weqfê destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin proseya aştiyê, lê ev yek nayê wateya ku ew piştgiriya Abdullah Ocalan dikin.

 
Fly Erbil Advertisment