Nêçîrvan Barzanî û Ednan El-Zurfî rewşa Iraqê û hilbijartinên Encûmena Nûneran gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di hevdîtineke ligel siyasetmedarê Iraqî Ednan El-Zurfî de, tekezî li ser girîngiya serkeftina proseya hilbijartinan û beşdariyeke berfireh a welatiyan kir. 

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 15ê Cotmehê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya El-Bedîl, siyasetmedarê Iraqî Ednan El-Zurfî kir.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di hevdîtinê de, rewşa Iraqê û hilbijartinên Encûmena Nûneran ên ku biryar e di 11ê meha bê de bên lidarxistin, hatin gotûbêjkirin.

Her du alî li ser girîngiya serxistina proseya siyasî û hilbijartinan û pêwîstiya beşdariyeke berfireh di dengdanê de hevnêrîn bûn.

Herwiha, tekezî li ser pêwîstiya hevkariya di navbera aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê de ji bo parastina aramî û ewlehiya welat û rûbirûbûna pirsgirêkan hat kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û rewşa giştî ya navçeyê hatin nirxandin.

 
Fly Erbil Advertisment