Mesrûr Barzanî: Parka Zanistê dê derfetên kar ji bo ciwanên me yên jêhatî peyda bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro kevirê bingehê yê Parka Zanistê (Science Park) li Hewlêrê danî û di gotara xwe de tekez kir, ev proje sozeke sê sal berê bû ji bo piştgirîkirina ciwanên jêhatî û afirandina derfetên kar ji bo pêşxistina aboriya welat.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 15ê Cotmehê di merasîmekê de, kevirê bingehê yê Parka Zanistê danî, ku ser bi Enstîtuya Dahênan û Nûjeniyê ya Kurdistanê (KII) ve ye.

Di destpêka gotara xwe de, Serokwezîr Barzanî kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Xweşhal im ku îro ji bo danîna kevirê bingehê yê projeyeke girîng, ku dê bikeve xizmeta welatiyên me yên xoşewîst li Herêma Kurdistanê, ez ligel we me."

Serokwezîr Barzanî amaje bi wê kir ku ev proje cîbicîkirina sozeke beriya sê salan e û wiha axivî: "Sê sal berê, dema me Enstîtuya Dahênan û Nûjeniyê ya Kurdistanê (KII) weke saziyeke taybet ji bo nûjenî û dahênanê ragihand, me soz da ku em ê parkeke taybet bi zanistê ava bikin ku bibe beşek ji vê enstîtuyê da ku em karê dahêneran hêsan bikin û taqîgeh û kargehên curbecur bixin ber destê wan, da ku bikaribin bîr û raman û lêkolînên xwe bi awayekî pratîkî di warên cuda de biceribînin."

Serokwezîr Barzanî amaje bi girîngiya projeyê ji bo pêşeroja aborî û ciwanan kir û got: "Îro, bi xweşî, em kevirê bingehê yê vê parkê datînin, da ku alîkariya me bike ji bo geşepêdana aboriya welatê me û herwiha ji bo peydakirina derfetên kar ji bo ciwanên me di hemû sektordan de."

Herwiha bal kişand ser potansiyela ciwanên Kurd û got: "Ciwanên me yên jêhatî gelek in, çi li Kurdistanê bin çi li derve, lê dibe ku ji ber nebûna derfetên guncaw û cihên pisporî, nehatiye karîn ku sûd ji şiyan û jêhatîbûna wan were wergirtin."

Banga ji bo Ciwanan û Veberhênana li Hişê Mirovan

Serokwezîr Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de bang li ciwan û kesên jêhatî kir ku sûdê ji vê derfetê werbigirin û got: "Ez bang li kesên jêhatî û dahêner ên li navxwe û derveyî Herêma Kurdistanê dikim ku bi rêya vê parkê, pêşî li bîr û raman û lêkolînên xwe vekin û wê bikin navendeke girîng a dahênanê."

Mesrûr Barzanî amaje bi gotineke navdar kir û got, "Gotineke navdar heye ku dibêje: 'Pêdivî dayika dahênanê ye', ku bûye bingeha pêşketinên mezin û guhertinên girîng di jiyana me de afirandine. Heya ku mirovahî hebe, dê dahênan jî berdewam be."

Serokwezîr herwiha bal kişand ser serdema teknolojiyê û got: "Em îro di serdema şoreşa teknolojiyê û zîrekiya çêkirî (artificial intelligence) de dijîn, ku pêleke bilez û mezin a guhertin û pêşketinê di hemû waran de aniye û jiyana me dagir kiriye. Lê bêguman, her bîr û ramaneke dahênerî pêwîstî bi jîngeheke guncaw û piştgiriyê heye da ku bigihîje encamê û zêdetir geş bibe."

Di vî warî de, Mesrûr Barzanî piştgiriya hikûmetê tekez kir û got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ya tam ji bo dahênan, karê nûjeniyê, pêşxistina karûbarên zanistî û piştgirîkirina zanyar û dahênerên Kurdistanê dûpat dike."

"Ev Proje ya Hemû Gelê Kurdistanê ye"

Serokwezîr Barzanî xalek girîng jî zelal kir û got: "Rast e hikûmet piştgir e û erd ji bo vê projeyê terxan kiriye, lê ew ji aliyê sektora taybet ve tê cîbicîkirin û dê ji bo hemû gelê Kurdistanê be."

Herwiha sedema sereke ya vê projeyê jî wiha rave kir: "Bîr û ramana avakirina Parka Zanistê ji bo wê yekê bû ku em cihekî amade bikin ji bo wê hemû jêhatîbûn û şiyana ku di nav ciwanên me de heye, lê gelek caran cih û derfetên pêwîst nebûn ku bîr û ramanên xwe bikin rastî û veguherînin projeyan."

Derbarê koçberbûna ciwanên jêhatî de, Serokwezîr got: "Carinan kesên me yên serkeftî hebûn, lê berê xwe dane derve da ku ew pêdiviyên ku li dû wan digeriyan, li derve ji bo xwe dabîn bikin û bîr û ramanên xwe bikin rastî. Ji ber vê yekê, em dixwazin Kurdistan bibe ew cihê ku ciwanên me li vir bikaribin bîr û ramanên xwe bikin proje. Ev ew soz e ku me berê jî dabû ciwanên xwe û niha dibe rastî."

Di dawiya axaftina xwe de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: "Me veberhênanên mezin di warên çandinî, rê û banan, geştûguzariyê û di hemû waran de kirine. Vê carê, veberhênan di hiş û bîra ciwanan de tê kirin, ku sermayeya herî mezin a welatê me ye. Hêviyeke min a pir mezin heye ku ev proje bibe projeyeke gelek mezin ji bo xizmetkirin û pêşxistina Kurdistanê û ciwanên me jî dê bikaribin zêdetir sûdê ji wan xizmetguzariyên ku dikevin ber destê wan, werbigirin."

 
 
 
Fly Erbil Advertisment