Serok Barzanî bi Dezgeha Bilind a Îlon û Gulanê û Hêzên Xebatê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî spasî û rêz û hurmet pêşkêşî Pêşmerge û têkoşerên herdu Şoreşên Îlon û Gulanê kirin.

Baregayê Barzanî ragihand: “Serok Barzanî îro (Çarşem, 15ê Cotmeha 2025ê) li Pîrmamê bi Dezgeha Bilind a Îlon û Gulanê û Hêzên Xebatê re civiya.”

Baregeha Barzanî herwesa got: “Serok Barzanî rêz û hurmet ji bo xebat û westiyana Pêşmerge û têkoşerên herdu Şoreşên Îlon û Gulanê tekez kirin, ku di tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê û bidestxistina azadiya gelê Kurdistanê de rola xwe lîst.

Her wê çavkaniyê eşkere jî kir: “Serok Barzanî tekez li ser wê yekê jî kir ku, tiştê ku niha heye berê xebata Pêşmerge û têkoşerên gelê me û xwîna şehîdên me yên qehreman e.”

Çavkaniya navbirî amaje jî da: “Serok Barzanî herwesa rewşa siyasî û pêşketinên Kurdistan û Iraqê ron kirin û şîret û rênimayên pêdivî li ser pêvajoya siyasî û hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê pêşkêş kirin.”

 

 
 
Fly Erbil Advertisment