Wezareta Pêşmerge: Pileyên zêdetirî heşt hezar Pêşmerge û piledaran hatin bilindkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: “Di xişteyê meha borî de, pileyên zêdetirî heşt hezar Pêşmergeyan hatine bilindkirin.” Herwesa got: “Dabînkirina mafên Pêşmergeyan û baştirkirina jîn û jiyara wan ji karên pêşiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge ne.”
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 15ê Cotmeha 2025ê) ragihand: “Di xişteya meha Îlona 2025ê de, pileyên heşt hezar û 721 Pêşmerge û piledarên Wezareta Pêşmerge hatin bilindkirin.”
Wezareta Pêşmerge amaje jî da: “Dabînkirina mafên Pêşmergeyan û baştirkirina jîn û jiyara wan ji karên pêşiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmergeyan û pêvajoya reformê ne.”
Tekez jî kir: “Herwesa hemî bizav dê di vî warî de berdewam bin, da ku pileyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di demên xwe yên qanûnî û îdarî de bên bilindkirin.”
Wezareta Pêşmerge daxwaz jî kir ku, divê Pêşmerge li beranberî bilindkirina pileyên xwe wekî her gav di erkê parastina ax, sînor û gelê Kurdistanê û bicihanîna dîsîplîna leşkerî ya nûjen de berdewam bin.