Hewlêr.. Sibe du hezar parçeyên erdî tên belavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Sibe li komelgeha Rizgariyê ya parêzgeha Hewlêrê, parçeyên erd li ser du hezar fermanberan tên belavkirin. Tê payîn ku, di demekê nêzîk de li bajarkê Rewandizê jî erd bê belavkirin.
Şaredarê Komelgeha Rizgariyê ya Parlzgeha Hewlêrê îro (Çarşem, 15ê Cotmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê re got: “Sibe saet 12:00 ê nîvroyê dê pişkkêşan ji bo navên wan fermanberan bê kirin ên ku dê parçeyên erdî werbigirin.”
Şaredarê Komelgeha Rizgariyê amaje jî da ku, tevaya fermanberên wê deverê yên ku mafê wergirtinê heye dê parçeyên erdî werbigirin, ku hejmara wan du hezar kes e. Di derheqa cihê wergirtina parçeyên erdî de jî got: “Ew parçeyên erdî li cihê herî baş in.”
Birêvebirê Giştî yê Şaredariyên Soranê Xesrew Îsmaîl jî îro (Çarşem, 15ê Cotmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: “500 parçeyên erdî li Rewandizê hatine amadekirin û dê di demekê nêzîk de li ser fermanberan bên belavkirin.”
Birêvebirê Giştî yê Şaredariyên Soranê herwesa got: “Hemî nav ji hemî şaredariyan re hatine şandin, da ku em piştrast bibin ku wan pêştir parçeyên erdî wernegirtine. Her dema ku ev rêkar biqedin, hingê belavkirina parçeyên erdî tê destpêkirin.”
Li roja 27ê Adara 2024ê, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar da ku, parçeyên erdî li ser wan hemî fermanberan bên belavkirin ên ku pêştir parçeyên erdî wernegirtine.