Herêma Kurdistanê û UNESCOyê bo nûjenkirina Kela Hewlêrê peymanek îmze kir

Keleha Hewlêrê
Keleha Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Di pêngavekê de ji bo parastina yek ji kevintirîn şûnwarên cîhanê, Herêma Kurdistanê û Rêxistina UNESCOyê ya girêdayî Neteweyên Yekgirtî peymaneka nû ji bo nûjenkirina Kela Hewlêrê îmze kir. Ew merasîm li bingeha serekî ya UNESCOyê li Parîsê hat lidarxistin.

Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji Kurdistan24ê re ragihand: "Parastina şûnwarên me pir girîng e. Kela Hewlêrê, ku di lîsta UNESCOyê de ye, hewceyê zêdetir xebatê ye û nûjenkirina wê karekê hêsan nabe û şiyanên darayî yên baş hewce ne, ji ber vê yekê ev hevkarî pir girîng e.”

Xwediyê Şîrketa Karê Şêx Baz amaje da ku, ev peyman dê ji bo çar salên bê be û dê karên gelek baş bên kirin. Herwesa got: "Ev ji bo Kurdistanê û tevahiya Iraqê peymaneka dîrokî ye. UNESCO dê dîroka Hewlêrê biparêze û dê wê bi tevahiya cîhanê bide nasîn."

Şîrketa Karê û UNESCO ji sala 2014ê ve ji bo vejandina Kela Hewlêrê dixebitin, ku di eynî demê de ew keleh li lîsta Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê hat zêdekirin. Herwesa xebatên nûjenkirina Kela Hewlêrê di kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û di bin çavdêriya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat destpêkirin û karên wê heta niha bi rêjeya 95% temam bûne.

Serokê Komîsyona Vejîna Keleha Hewlêrê Yadgar Mihemed duhî (Sêşem, 14ê Cotmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê re got: "Ji bo pêşxistina şiyanên xwendekaran di warê geştiyarî û şûnwariyê de û herwesa nûjenkirina çend xaniyan, bi merema wergirtina feydeyî jê di warê geştiyariyê de, peymanek bi bihayê 10 milyon dolaran bi UNESCOyê re tê îmzekirin.”

 
Fly Erbil Advertisment