Baregayê Barzanî terorkirina Sefa Meşhedanî bi tundî şermezar kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Baregayê Barzanî terorkirina Endamê Encûmena Parêzgeha Bexdayê û namzedê hevpeymaniya Siyadeyê Sefa Meşhedanî bi tundî şermezar kir û ragihand: “Kiryarên ji vî rengî li ser aştî û tenahiya civakê gef in.”

Baregayê Barzanî îro (Çarşem, 15ê Cotmeha 2025ê) ragihandinek li ser terorkirina Endamê Encûmena Parêzgeha Bexdayê û namzedê Hevpeymaniya Siyadeyê ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Encûmena Nûnerên Iraqê Sefa Meşhedanî belav kir û tê de ew kiryar bi tundî şermezar kir.

Baregayê Barzanî sersaxiyê ji malbat û kesûkarên Sefa Meşhedanî, Hevpeymaniya Siyadeyê û serokê wê hevpeymaniyê Xemîs Xencer re xwast, amaje jî da ku kiryarên ji vî rengî li ser aştî û tenahiya civakê gef in.

Baregayê Barzanî tekez jî kir ku, divê bikerên wan bên eşkerekirin û radestî qanûnê bên kirin.

namzedê Hevpeymaniya Siyadeyê ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Encûmena Nûnerên Iraqê Sefa Meşhedanî vê sibehê di encama teqîna bombeyekê, ku bi erebeya wî ve hatibû girêdan, hat kuştin.

Vîdyoya teqîna timbêla Sefa Meşhedanî, ku li ser yek ji cadeyên devera Tarmiyeyê agir berbûye wê, li ser torên civakî hatiye belavkirin.

Hevpeymaniya Siyadeyê, ku Xemîs Xencer serokatiya wê dike, yek ji partiyên siyasî yên sereke yên Sunî ye û tevlî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê bûye.

Di dema çend salên borî de, gelek kiryarên terorkirin û revandina çalakên sivîl, rojnamevan û siyasetmedaran li Iraqê çê bûne, ku hin ji wan dijberên komên çekdar ên qedexekirî bûne.

Fly Erbil Advertisment