Li Helebceyê hejmarek mîn û bermayiyên şer hatin teqandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mînan a Silêmaniyê ragihand, tîmên wan ên teqandinê li gundê Sazanê yê ser bi Helebceyê, hejmareke mezin mîn û bermayiyên şer jinav birine.

Rêveberiya Mînan a Silêmaniyê îro 16ê Cotmehê di daxuyaniyekê de diyar kir, proseya jinavbirinê roja duh, li ser daxwaza Rêveberiya Mînan a Helebceyê û bi amadebûna tîmên pişkinîna kalîteyê pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniyê, mîn û teqemeniyên ku hatine jinavbirin, bi awayekî ne-karebayî hatine teqandin û ji vana pêk dihatin:

- 39 mînên corê "V69"
- Mînek ji corê "VS50"
- Guletopeke 130mm
- Guletopeke 122mm
- Guletopeke 105mm
- 10 guleyên Hawanê yên 60mm
- Guleyeke 23mm
- 2 guleyên RPG
- 2 narincokên destan
- 3 fîuzên PD

 
Fly Erbil Advertisment