Parlamentoya Rûsyayê: Radestkirina Esed bi Sûriyeyê ne mimkin e

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Yekê yê Serokê Komîteya Karûbarên Dewletê ya Parlamentoya Rûsyayê (Duma) Dmitry Novikov ragihand ku, radestkirina Serokê Sûriyeyê yê berê Beşar Esed bi rayedarên nû yên Şamê ecêb û ne mimkin e. Ger Mosko daxwaza Ehmed Şera qebûl bike, ev dê ji bo tolhildanê bibe rêyek.
Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera duhî (Çarşem, 16ê Cotmeha 2025ê) ji bo serdaneke fermî gihîşt Moskoyê. Di çarçoveya civîna xwe ya li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de, Ehmed Şera daxwaza radestkirina Serokê Sûriyeyê yê berê kir, ku par piştî bûyerên Sûriyeyê û hilweşîna rejîma Beisê ji aliyê Rûsyayê ve hat hewandin.
Cîgirê Yekê yê Serokê Komîteya Karûbarên Dewletê ya Encûmena Dumayê Dmitry Novikov ji Ajansa Lintayê ya Nûçeyan re ragihand: "Ne gengaz e ku Esed radestî hikûmeta niha ya Sûriyeyê bê kirin." Amaje jî da: “Esed pêştir serokê hilbijartî yê Sûriyeyê bû, vegera wî niha ne tiştekê baş e ji ber ku dê bibe mijara tolhildanê.”
Parlamentoya Rûsyayê ji aliyekî din ve ragihand: “Pêştir çend kesatiyên din ên welatên cuda cuda ji aliyê Hikûmeta Rûsyayê ve hatine hewandin. Ji bo nimûne Serokê Ukraynayê yê berê Viktor Yanukovych.”
Parlamentoya navbirî ron jî kir: "Eger Rûsya wê daxwaza Sûriyeyê qebûl bike, ew dê mafên mirovan binpê bike, lewma bi tu rengan destûr nayê dayîn ku Hikûmeta Rûsyayê vê yekê bi kesên ku li nav axa Rûsyayê mane bike."