Serokê Komîsyona Aştiyê îro serdana Diyarbekirê dike

Diyarbekir
Diyarbekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e ku Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, ku herwesa Serokê Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekîtiya Neteweyî jî ye, îro (În, 17ê Cotmeha 2025ê) serdana Diyarbekirê bike.

Serokê Komeleya Bazirganî û Pîşesaziyê Ismail Bedirhanoğlu ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ev cara yekê ye di dîroka Komara Tirkiyeyê de ji bo çareserkirina pirsa Kurdan li parlamentoya Tirkiyeyê komîsyonek hat damezrandin. Herwesa ev cara yekê ye ku, ev komîsyon jî li derveyî Enqereyê li Diyarbekirê civîn û serdanan dike, lewma girîng û bibiha ye.”

Ismail Bedirhanoğlu amaje jî da: “Ev serdan dê bibe sedema xurtkirina baweriyê di vê pêvajoyê de. Divê hemî alî ji gotin û kiryarên xwe haydar bin, zimanekê erênî bi kar bînin û li ser avakirina wê helwest hebe.”

Siyasetmedarên Kurd Amajeyê didin ku, pêvajoya aştiyê derbazî qonaxeka nû dibe.

Serokê Şaxa AK Partiyê ya Diyarbekirê Yufan Kaya ragihand: “Serdana Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo Diyarbekirê girîng e ji ber ku ev bajar li Tirkiyeyê xwedî rehên Kurdî ye, pêngaveka baş e ji bo pêşvebirina vê pêvajoyê.”

Yufan Kaya herwesa got: "Gotineka Nuhman Kurtulmuş li ser zimanê Kurdî heye, dibêje ku ew ziman mîna şîrê diya wan ji bo wan helal e."

 
 
Fly Erbil Advertisment