Turkish Airlines geştên xwe bo Balafirxaneya Silêmaniyê dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Pişka Têkiliyên Giştî û Ragihandinê ya Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê ragihand: “Li gorî wî xişteyê ku ji aliyê Şîrketa Balafirvaniya Şaristanî ya Tirkiyeyê ya navdar bi Turkish Airlines hatiye parvekirin, dê di destpêka meha bê de geştên xwe yên ber bi Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê ve dest pê bike.
Di ragihandina Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê de hatiye, “Li gorî wê bernameya ku ji hêla Turkish Airlines ve ji Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê re hatiye şandin, biryar e ku geştên asmanî di navbera Stenbol û Silêmaniyê de li roja 3ê Mijdara 2025ê de bên destpêkirin.
Pişka Têkiliyên Giştî û Ragihandinê ya Balafirxaneya Silêmaniyê amaje jî da: “Bi destpêkirina geştên meha bê re, dê her heftiyê çar geşt di navbera Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê û bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê de bên kirin.”
Rawestandina geştên asmanî yên Tirkiyeyê ji bo Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê li roja 3ê Nîsana 2023ê hatibû destpêkirin û ji wê demê ve gelek caran hatibû dirêjkirin. Hikûmeta Tirkiyeyê ev biryar bi nîgeraniyên ewlehiyê ve girê dida.
Biryara Tirkiyeyê ne tenê geştên asmanî yên rasterast di navbera Silêmaniyê û bajarên Tirkiyeyê de rawestandibû, lê bandor li ser wan geştan jî hebû yên ku asmanê Tirkiyeyê wekî rêya veguhertinê bi kar tînin da ku bigihîjin welatên din.
Berpirsên payebilind ên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji wan jî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, gelek caran bizav kiribû ku ev pirsgirêk bi berpirsên Tirkiyeyê re çareser kiriba lê danûstandinên wan bê encam bûn.