Ahmet Kaya: Siyaseta Tirkiyeyê ya li hember Sûriye û HSDê, wê neçarî proseya aştiyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Însan û Azadiyê Ahmet Kaya, serdana Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş a bo Diyarbekirê wek gaveke "sembolîk û girîng" binav kir û ragihand, destpêkirina vê proseya nû ya aştiyê, ji şert û mercên navxweyî zêdetir, bi bandora guherînên li herêmê û cîhanê ve girêdayî ye.
Kaya di beşdariya bultena nûçeyan a K24ê de da zanîn, serdana Kurtulmuş nîşana cidiyeta hikûmetê ya ji bo vê pêvajoyê ye. Herwiha got: "Bi rastî jî hem ji aliyê sembolîk ve û hem jî ji aliyê naverokê ve serdaneke muhîm û girîng e. Hatina Numan Kurtulmuş bo Diyarbekirê, serdana wî ya şaredariya bajarê mezin û hevdîtinên wî yên bi civaka sivîl re, peyameke baş bû û cidiyeta pêvajoyê nîşan da."
Kaya bal kişand ser rola taybet a Numan Kurtulmuş û diyar kir, ew ne tenê serokê parlamentoyê ye, lê di heman demê de di rabirdûya xwe de jî kesayetek e ku di nav van mijaran de cih girtiye. Ji ber vê yekê, Kaya ew wek "aktorekî ku divê rola wî bi cidî bê wergirtin" pênase dike.
Derbarê sedemên destpêkirina proseyê de, Serokê Partiya Însan û Azadiyê tekez kir, ev pêvajo ji ber zext û guherînên li derdora Tirkiyeyê hatiye rojevê. Kaya got: "Ev pêvajo ji bo şert û mercên derve, ku bandora wan li ser herêmê û bi taybetî li ser Tirkiyeyê çêbû, dest pê kir. Peyamên ku Kurtulmuş anîn ziman jî vê yekê piştrast dikin. Mebest ji van şertan; behsa Sykes-Picot, geşedanên li Sûriyê û mesela Îsraîl û Filistînê ye ku bandoreke mezin çêdikin."
Ahmet Kaya di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hikûmeta Tirkiyeyê û hevpeymanên wê fêm kirine ku êdî bi rêbazên berê yên tundî û şer nikarin li ser desthilatê bimînin û ji bo mana xwe neçar in rêyên nû yên çareseriyê bibînin.
Li gorî Kaya, Tirkiye êdî "neçar" e ku vê proseyê bimeşîne û ev ne bijardeyek lê belê zerûretek e. Herwiha anî ziman ku ji bo hikûmet di hilbijartinan de careke din biser bikeve, pêwîst e reformên baş bike û di siyaseta xwe de Kurdan jî bike hevpar, ji ber ku statukoya berê êdî nameşe.
Bandora Sûriye û HSDê
Di berdewamiya axaftina xwe de, Kaya bi awayekî bal kişand ser rola Sûriyeyê û diyar kir, hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo asayîkirina pêwendiyên bi hikûmeta Şamê re û danûstandinên di navbera aliyan de, rasterast bandorê li siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê dikin.
Li gorî Kaya, egera ku di pêşerojê de Kurd li Sûriyeyê bigihîjin statuyeke federal an otononom, hikûmeta Enqereyê ditirsîne. Ji ber vê yekê, Tirkiye neçar dimîne ku di hundirê welat de jî gavên nerm biavêje û dest bi proseya aştiyê bike, da ku karibe di danûstandinên li ser Sûriyeyê de xurttir be û pêşî li "destkefteke mezin" a Kurdan li wî welatî bigire. Ev rewş, Tirkiyeyê ber bi guhertina siyaseta xwe ya kevneşopî ya tundîparêz ve didehfîne.