Herêma Kurdistanê xwe ji beyabanbûnê diparêze; Iraq di bin gefê de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Gefên beyabanbûn û hişkesaliyê li Iraqê roj bi roj zêdetir dibin û ziyaneke mezin digihînin zêdetirî 20 herêman. Ji ber nebûna stratejiyeke neteweyî, Iraq ketiye rêza pêncemîn a welatên ku herî zêde zerar ji guherîna keşûhewayê dîtine. Lê belê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi stratejiyeke serkeftî ya avakirina bendav û pondan, kariye rûbirûyê vê diyardeyê bibe û herêmê ji metirsiyeke mezin biparêze.

Cotkarên Iraqê: "Hikûmet xemsar e, em koç dikin"

Li başûr û navenda Iraqê, bandora hişkesaliyê her ku diçe kûrtir dibe. Bax û zeviyên çandiniyê hişk dibin, ajalên xelkê telef dibin û gelek malbat ji ber bêaviyê neçarî koçberiyê dibin.

Cotkarê bi navê Elî Ebdulkazim ji Kurdistan24ê re ragihand, "Divê hikûmetê planeke demdirêj ji bo krîza avê hebe. Divê herî kêm planeke 50 salî hebe, wek avakirina bendavan. Ava Şetulereb hemû diçe Kuweytê û paşê deryayê, lê me jê bêpar in."

Welatiyekî din ê ji Nasriyeyê, Ebû Ehmed Amirî, dibêje: "Ji ber hişkesaliyê me zerareke mezin dît. Zevî û darên me ziwa bûn. Ajal, balinde û masî jî neman. Cotkar hemû ji ber bêaviyê koç kirin. Heger li Zîqarê bendav hebûna, xelkê koç nedikir."

Tevî ku hikûmeta Iraqê di budceya xwe de 10 milyar û 800 milyon dînar ji bo jîngehê terxan kiriye, çalakvanên jîngehê dibêjin ku hîna jî planeke berbiçav ji bo rûbirûbûna Hişkesaliyê nîne.

Herêma Kurdistanê bi bendavan xwe diparêze

Berevajî Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê planeke stratejîk a berfireh ji bo parastina asayîşa avê daye ber xwe. Bi rêya komkirina ava baran û kaniyan di bendav û pondan de, hem ava vexwarinê misoger dike hem jî piştgiriyê dide sektorên çandinî û ajaldariyê.

- Tenê îsal biryar e 24 bendavên din bên temamkirin.

- Di çar salên borî de, 8 bendav û 8 pond hatine çêkirin.

- 43 pondên din jî niha di bin cîbicîkirinê de ne.

- Bi van projeyan, şiyana komkirina avê salane bi sê milyar metre sêcar zêde bûye.

- Xelkê herêmê ji projeyan sûdmend e

Yek ji van projeyan, bendaveke mezin a li parêzgeha Hewlêrê ye ku ji bilî rola wê ya jîngehî, bûye çavkaniya sereke ya avê ji bo sedan cotkar û şivanan.

Şivanê bi navê Hesen Sabir ku li gundê Gomespan dijî, dibêje: "Berê ev der ziwabû, gelekî nexweş bû, lê bi vê bendavê re gelekî xweş bûye. Xwezaya wê jî xweş bûye. Em êdî ji bo çandinî û ajaldariyê tên vir. Ez spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku ev ava hanê li vir kom kiriye."

 
 

 

Fly Erbil Advertisment