Li Xezzeyê 9 sivîlên Filistînî hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hat ragihandin, Artêşa Îsraîlê li taxa Zeytûnê ya bajarê Xezeyê gule li otobuseke sivîlan reşand û di encamê de 9 welatiyên Filistînî jiyana xwe ji dest dan.
Bervaniya Sivîl a Xezzeyê ragihand, di encama êrîşa Îsraîlê de, her 9 rêwiyên sivîl ên di otobusê de hatine kuştin.
Ji aliyê xwe ve, Artêşa Îsraîlê jî ragihand, ji ber ku otobusê ji "xeta zer" a ku hatiye destnîşankirin, derbas bûye, wan gule li wê reşandine.
Berdevkê Bervaniya Sivîl a Xezzeyê Mehmûd Besel da zanîn, piştî hevrêziya bi nivîsgeha Xaça Sor re, tîmên wan karîne bigihîjin cihê bûyerê û termên her 9 qurbaniyan derxînin.
Heta niha, nav û temenê qurbaniyan ji aliyê Bervaniya Sivîl ve nehatine eşkerekirin.
Ev yek piştî wê tê, roja 13ê Cotmehê peymaneke agirbesta berfireh ji bo Xezzeyê hat îmzekirin. Peyman bi serpereştiya Amerîka, Qeter, Tirkiye û Misirê hat amadekirin û bi vê yekê şerê ku bi salan e li herêmê berdewam dike, bidawî bû.