Serok Barzanî: Zilma li Kurdistanê hatiye kirin li tu welatekî nehatiye kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî amaje da ku, gelek plan li dijî Herêma Kurdistanê hatine çêkirin, ne tenê niha lê di demên borî de jî. Tekez jî kir: "Zilma ku di demên borî de li Kurdistanê hatiye kirin li tu welatekî din nehatiye kirin."
Serok Barzanî duhî (Şemî, 18ê Cotmeha 2025ê) li Hola Seid Ebdilayê ya bajarê Hewlerê bi mamosta û zanayên Îslamê û pêkhateyên din ên olî yên Herêma Kurdistanê re civiya.
Serok Barzanî di wê civînê de di derheqa planên li dijî Herêma Kurdistanê got: “Gelek plan li dijî vê herêmê hatine çêkirin, ne tenê niha lê di demên borî de jî. Ji hingê ve ku dewleta Iraqê hat damezrandin, ne wî welatî û ne jî me wekî Kurd û Kurdistan tê de rehetî nedîtiye ji ber ku ew bingeha ku ew dewlet li ser hatiye damezrandin nehatiye bicîhanîn.”
Serok Barzanî amaje jî da: “Zilma ku di demên borî de li Kurdistanê hatiye kirin li tu welatekî din nehatiye kirin. Li cîhanê tu welatek tune ku çekên kîmyayî li dijî gelê xwe bi kar bîne.Ev tenê li Iraqê hatiye kirin û ew jî li dijî gelê Kurdistanê bû.”
Serok Barzanî behsa madeyên hişber jî kir û got: “Danana planan li dijî Kurdan ranewestiyaye û berdewam e. Berê bi çekên kîmyayî û wêrankirina gund bû, lê niha bi awayekî din e. Ew ciwanên me tûşî madeyên hişber dikin, da ku hizira neteweyî û baweriya wan bi xwe tune bikin. Ev jî ji Enfalê pir xetertir e.”
Serok Barzanî di derheqa gotara nermbûnê de jî ragihand: “Girîng e ku zanayên rêzdar zêdetir rola xwe ji bo nêzîkbûna axê û evîna welatî, herwesa têkoşîna li dijî madeyên hişber, ku belaya serdem e û kar tê kirin da ku rûmeta ciwanên me tune bikin, bilîzin. Hemî pêngav ji bo vê meremê bingeh û bawerî û karê hemî olan e.”