Kurdên Diyalayê: Ger em bixwazin rewşa me baş be, divê em deng bidin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi sedan malbatên Kurd ên deverên Kurdistanî yên Diyalayê, ku piştî 16ê Cotmehê aware bûne û li bajarên Kurdistanê dijîn, ji niha ve xwe ji bo roja hilbijartinan amade kiriye, da ku vegerin deverên xwe û dengê xwe bidin. Ew dibêjin: “Ev axa bav û kalên me ye û divê em nûnerên rastîn hilbibijêrin, da ku bikarin berevaniyê ji me bikin.”
Ev gelek sal in ku Nurî Mihemed li deverên Kurdistanî yên Diyalayê aware ye, ev çend roj in ku ew vegeriyaye devera xwe û dest bi kampanya û danana wêneyên kandîdekê Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) kiriye. Ew dibêje ku, armanca wî ji vî karî biserxistina kandîdekî ye da ku bikare li Bexdayê berevaniyê ji wan bike.
Welatî Nurî Mihemed ji Kurdistan24ê re ragihand: “Divê Kurd deng, reng û cihê xwe li vê derê bisepînin. Nabe ku em her ji dûr ve li vê derê binêrin ji ber ku ev axa me ye." Herwesa got: "Ger em bixwazin rewşa xwe baş be û em vegerin cihê xwe, divê em bên û dengê xwe bidin.”
Her çend Hikûmeta Iraqê berdewam bizavê dike ku, hejmara Kurdan li deverên Kurdistanî yên derveyî birêvebiriya Herêma Kurdistanê kêm bike jî, lê welatiyên Kurd ên wan deveran israr dikin ku vegerin deverên xwe û di roja hilbijartinan de dengê xwe bidin, da ku ew bikarin nûnerên xwe yên rastîn bişînin Encûmena nûnerên Iraqê.
Welatî Mihemed Mehmûd jî got: “Piştî xiyaneta 16ê Cotmehê, Kurd li wan deveran bûne kêmanî. Ango li wan deveran rêje ji 2% derbaz nabe, ji ber vê yekê em ji gelê xwe yê ku niha li vê derê nîne dixwazin ku, di roja hilbijartinan de vegerin û dengê xwe bidin, û dengê xwe bidin wî kandîdê ku nûnerîtiya rastîn a vê deverê dike û biçin Encûmena Nûnerên Iraqê û bibin berevanên baş ên mafên me.
Piştî bûyerên 16ê Cotmehê, Hikûmeta Iraqê piraniya postên îdarî, ewlehî û birêvebiriyê ji Kurdan standine û 40 gundên Kurdan jî ji ber xirabiya rewşa ewlehiyê hatine berdan.