Mesrûr Barzanî û Balyozê Swêdê li Iraqê xurtkirina têkiliyan tekez kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Swêdê li Iraqê kir û pê re tekez li ser xurtkirina têkiliyan kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 19ê Cotmeha 2025ê) pêşwaziya Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Swêdê li Iraqê Jörgen Lindström kir.

Di wê civînê de, tekez li ser girîngiya xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Swêdê de di warên cuda cuda de hat kirin.

Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Swêdê li Iraqê serkeftina reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên cuda cuda de li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

Di pareka din a nîqaşan de, herdu aliyan dîtin û nerînên xwe li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûr û peymanan, rewşa giştî ya Iraqê û amadekariyên dawiyê ji bo hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê li hev guhertin.

 

 
 
Fly Erbil Advertisment