Serokwezîr Mesrûr Barzanî cadeya dualî ya Gomespan-Simaqûliyê vedike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 19ê Cotmeha 2025ê) cadeya dualî ya Gomespan-Simaqûliyê vedike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja 16ê Cotmeha 2024ê kevirê binyatî yê cadeya Gomespan-Simaqûliyê dana.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di nav merasîma danana kevirê binyatî de gotibû: “Ev cade dê Hewlêrê bi Rêveberiya Serbixwe ya Raperînê ve girê bide, herwesa dê Hewlêrê û Silêmaniyê jî bi hev ve girê bide.”
Mesrûr Barzanî amaje jî dabû: “Çêkirina toreka cadeyan li vê deverê dê wan hemî deverên xweşik û xweş bi hev ve girê bide. Ev cadeya dualî, ku dli dor Bendava Gomespanê dizivire, dê bi awayekî pir xweşik û modern bê çêkirin, ku xelk bikare hem li dor golê bizivire, hem jî dikare serdana wan cihan bikin ên ku di paşerojê de li vê deverê tên çêkirin.”
Du hezar karker û 600 alavên çêkirina rêyan bi du şeftan di wê projeyê de kar dikir. Ew cade dualî ye û firehiya her aliyekê wê 10 metr e. Ew cadeya dualî dê rêyên Hewlêr, Gomespan, Simaqulî, Sefîn, Ranya, Qeladiz û Silêmaniyê bi hev ve girê bide. Bi temambûna wê, hatinûçûna şêniyên bi dehan gundên wê deverê jî hêsan dibe.