Mesrûr Barzanî: Me sozeka dî jî bi cih anî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 19ê Cotmeha 2025ê) di merasîmekê de cadeya dualî ya Gomespan-Simaqûliyê vekir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina cadeya Gomespan-Simaqûliyê de got: "Em vê destkeftiya mezin û vê projeya nimûne, ku bê guman dê xizmeta gelê Kurdistanê bike, li gelê Kurdistanê û xwe û we yên rêzdar pîroz dikin."
Mesrûr Barzanî amaje jî da: “Piştî saleke ku me soz dabû vê projeyê çê bikin, em niha li vê derê ne ku bibêjin me sozeka din jî bi cih anî. Tevî hemî krîz û pirsgirêkên ku ji bo Herêma Kurdistanê tên çêkirin, tevî hemî pirsgirêkên ku ji bo aboriya Kurdistanê û pêşxistina Kurdistanê hatine çêkirin, em niha li beranberî gelê Kurdistanê û cîhanê rawestane, da ku ji wan re bibêjin: Eger îradeya xurt û welatperweriya xurt hebin, tu tiştek mistehîl nîne.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere jî kir: “Ev destkeftî berhema zehmet, xebat û dilsoziya keç û kurên vî welatî ye ku em niha dibînin. Ez hêvî dikim ku xizmeta hemî welatiyên Herêma Kurdistanê û kesên ku ji bo armancên geştiyariyê tên deverê bike.”
Mesrûr Barzanî herwesa ragihand: “Ev cadeya dualî pareka projeyeka mezintir e, ku ji bajarê Hewlêrê dest pê bike. Herwesa ev cadeya dualî dê rêyê li ber girêdana parêzgeha Hewlêrê bi parêzgeha Silêmaniyê û Rêveberiya Xweser a Raperînê ve veke, ku dê hatinûçûnê ji bo vê deverê hêsan bike.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir: "Ev rê dê qezayên trafîkê kêm bike.” Herwesa got: “Ez ji welatiyan dixwazim ku rênimayên trafîkê bişopînin. Kurdistan welatekê xweşik e, ev rengê projeyan jîwî xweşiktir dike, lê li ser me pêdivî ye ku em vê xweşiktiyê biparêzin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere jî kir: "Min gelek caran daxwaz kiriye ku jîngeh û paqijiya vî welatî biparêzin. Erkê me ye ku em vê malê biparêzin û xweşik bihêlin. Tevî van hemî gaziyan, em dibînin ku hin kesên neberpirs guh nadin parastina jîngehê."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kir: “Ez aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkdar dikim ku, divê rênimayên pêdivî li dijî kesên ku rêzê li erd, jîngeh û welatê me nagirin bi cih bînin, êdî neyên paşguhkirin û rûbirûyî cezayên qanûnî bên kirin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir: “Ez hêvî dikim ku her kes xwe berpirsiyar hîs bike û kes rûbirûyî cezayên qanûnî nebe. Lê heke xelkek hebe ku rêzê li welatê me û li xwe negirin hebin, em jî dê neçar bibin ku rêkatên din bi cih bînin.”
Mesrûr Barzanî herwesa got: “Masterplaneka mezin hatiye danan, ku ev der bibe cihekî girîng ê geştiyariyê. Ku xelkê Hewlêrê û tevahiya Kurdistanê feydeyî jê werbigirin. Xewna me jî ew e ku, Kurdistan bi tevahî bibe cihek ku hem ji bo xelkê Kurdistanê û hem jî ji bo kesên ku serdana vê derê dikin feydeyî jê werbigirin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî da: “Gelek bernameyên me ji bo sektora geştiyariyê li vê deverê û deverên din jî hene. Gelek projeyên me yên din jî hene, îşela ew jî bi zûtirîn dem bên bicihanîn û bikevin ber xizmeta welatiyan.”