Nêçîrvan Barzanî ji dengderan re: Pêşeroja PDKê bi dilsozî û piştgiriya we geş e

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê beşdarî kernevaleke propagandeyê bû ku ji bo piştgiriya Lîsteya 275an a PDKê bo hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Iraqê hatibû lidarxistin. Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de bal kişand ser rola girîng a rêxistinên pîşeyî û got; "Pêşeroja PDKê bi dilsozî û piştgiriya we geş e."

Îro 19ê Cotmehê li paytext Hewlêrê, bi amadebûna Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, kernevaleke mezin a piştgiriyê ji bo serxistina Lîsteya 275an a PDKê hat lidarxistin.

Nêçîrvan Barzanî di destpêka gotara xwe de kêfxweşiya xwe anî ziman ku ligel endamên rêxistin û sendîkayan diaxive û got: "Ez gelekî kêfxweş im ku îro ligel we me. Hûn bêguman roleke gelekî girîng di nav civaka me de dilîzin."

Nêçîrvan Barzanî rola endamên rêxistinan di proseya hilbijartinê û karê PDKê de bilind nirxand û wiha domand: "We roleke mezin heye, hem di hilbijartinan de û hem jî di karê partîtiyê de. Dilsozî û amadebûna we diyar û berbiçav e û cihê serbilindî û kêfxweşiya me hemûyan e."

Cîgirê Serokê PDKê herwiha destnîşan kir ku rêxistinên girseyî dibistanên pêgihandina serkirdeyan e û got: "Rêxistinên xwendekaran, ciwanan û jinan, dibistana gelek serkirdeyên îro yên Kurdistanê ne. Hûn bi karê partîtî û xebata xwe ya dilsozane ji bo gel û welat, li ser rêyeke rast in û bêguman pêşeroja we jî geş e. Pêşeroja PDKê jî bi dilsozî û piştgiriya we geş e."

Nêçîrvan Barzanî amaje pê kir, PDK ji bo pêşeroja xwe çavê xwe berdaye van ciwanan ku dînamoya bingehîn a birêvebirina her partiyekê ne. Ji ber vê yekê, Partî li bendê ye ku ew di hemû hilbijartinan de û di hemû qonaxên pêş de, bi kelecaneke ji berê zêdetir partiya xwe ser bixin, dilê dostan şa bikin û dijminan bêhêvî bihêlin.

Cîgirê Serokê PDKê serpêhatiya xwe bi bîr xist û got: "Ez bi xwe jî ji rêxistina xwendekaran û ciwanan dest pê kirim û gihîştim vê astê. Ez piştrast im ku hûn ê di rêxistinan de bihêztir bibin. Hûn hêza taybet û nû ya PDKê ne. Lewma Lîsteya 275an a PDKê vê carê, bi hêza we ya rêxistinan û bi îzna Xwedê, dê bibe lîsteya yek milyonî."

Kampanyaya hilbijartinê û amadekariyên PDKê

Di 12ê vê mehê de, bi amadebûna Serok Barzanî û herdu cîgirên serokê PDKê, kampanyaya fermî ya PDKê ji bo beşdariya di hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Iraqê de, li Hola Seid Ebdullah a Hewlêrê dest pê kiribû. Ji bilî berbijêran, endamên Serkirdetî û Mekteba Siyasî ya PDKê jî beşdarî kernevala piştgiriya Lîsteya 275an bûbûn.

PDK ji bo hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Iraqê, bi Lîsteya hejmar 275 beşdar dibe. Biryar e roja 11ê meha bê dengdana giştî birêve biçe.

Li gorî amarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, hejmara dengderên li Herêma Kurdistanê bi vî awayî ye:

Hewlêr:

Hejmara giştî: 1,087,880 kes
Dengderên giştî: 1,002,000 kes
Dengderên taybet: 85,793 kes

Silêmanî:

Hejmara giştî: 1,201,846 kes
Dengderên giştî: 1,119,111 kes
Dengderên taybet: 82,547 kes

Dihok:

Hejmara giştî: 778,846 kes
Dengderên giştî: 722,853 kes
Dengderên taybet: 55,993 kes

 
 
 
Fly Erbil Advertisment