Mesrûr Barzanî serdana yekemîn Festîvala Payizê ya Pîrmamê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana yekemîn Festîvala Payizê ya Pîrmamê kir. Di festîvalê de ku bi armanca piştgirîkirina cotkaran û danasîna berhemên xwemalî tê lidarxistin, hejmareke zêde ya cotkarên Herêmê beşdar in.
Li bajarokê Pîrmamê yê ser bi Hewlêrê ve, îro 19ê Cotmehê yekemîn Festîvala Payizê dest pê kir. Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî serdana festîvalê kir û ji nêz ve li berhemên cotkaran nihêrî.
Ev festîval, ku wek mezintirîn festîvala payizê li ser sînorê parêzgeha Hewlêrê tê zanîn, li pêşiya Bendava Gomaspanê tê lidarxistin. Di çarçoveya festîvalê de, nêzîkî 40 stand ji bo cotkaran hatine veqetandin da ku berhemên xwe yên çandinî û şîremeniyê pêşkêş bikin.
Li gorî daxuyaniyan, ev festîval nîşana piştgiriya berdewam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo sektora çandiniyê û marketkirina berhemên navxweyî ye.
Hat destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê êdî ne tenê ji bo herêmê, lê ji bo cîhanê jî bûye "selikeke xurekê" û berhemên cotkarên Kurdistanê bo welatên cîhanê tên hinardekirin.
Qaymeqamê Pîrmamê Hamid Îsmaîl roja 16ê Cotmehê ragihandibû, ev yekem car e festîvaleke bi vî rengî tê sazkirin. Hamid Îsmaîl herwiha dabû zanîn ku festîval dê sê rojan bidome û gotibû: "Eger em bibînin ku hejmara serdanvanan zêde ye, em ê dema festîvalê dirêj bikin."