Heme Haşim bi pêşangeha "Bîranînên Kevir" tabloyên xwe li Hewlêrê pêşan dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwekarê navdar ê Kurd, Heme Haşim, berhemên xwe yên nû di pêşangeheke taybet de bi navê "Bîranînên Kevir" li Hewlêrê pêşan dide. Pêşangeh dê roja Sêşemê, 21ê Cotmeha 2025an, li Galeriya Midyayê were vekirin û 10 rojan dewam bike.
Şêwekar Heme Haşim, ku wek yek ji şêwekarên herî çalak ê Kurd tê naskirin, careke din bi berhemên xwe vedigere pêşberî hunerhezan. Pêşangeh di bin çavdêriya Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerê ya Hewlêrê, Beşa Hunera Şêwekariyê de tê lidarxistin.
Merasîma vekirina pêşangehê dê roja Sêşemê, 21ê Cotmehê, saet di 11:00ê pêşnîvro de li Galeriya Midyayê birêve biçe. Pêşangeh dê 10 rojan, heta 30ê Cotmehê, ji bo serdanvanan vekirî be. Hunerhez dikarin rojane ji saet 9:00ê sibê heta 13:00ê nîvro û ji 15:00ê piştî nîvro heta 18:00ê êvarê serdana pêşangehê bikin.
Heme Haşim
Heme Haşim (Mihemed Haşim Rustem) di sala 1973an de li bajarê Koyeyê ji dayik bûye û Peymangeha Hunerên Ciwan qedandiye. Ew di qada hunera şêwekarî ya Kurdî de xwedî ezmûneke dewlemend e. Heta niha 15 pêşangehên taybet li Kurdistan, Fransa, Almanya, Polenda, Hindistan, Amerîka, Misir, Îran û Tirkiyeyê vekirine û beşdarî zêdetirî 150 pêşangehên hevbeş bûye.
Ji bilî karê şêwekariyê, Haşim nivîskarekî jêhatî ye û şeş pirtûk di warê hunerê de nivîsandine, ku di nav wan de berhemên li ser hunermendên cîhanî yên wekî Van Gogh, Rodin û Michelangelo jî hene.